Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-07
*Îro çûm ser Logoped. Min ji xanimê ra got em difikirin
zarokekî din çêkin. Du zarokên me kekez in, gelo evê jî wek wan kekez be ya na?
Min fikrê wê pirsî. Wê ne got erê, ne got na, mesele bir û anî, bir û anî, bi
psîkolojiyê va û bi şertan va girê da. Got ev meseleyeke sosyopsokolojîk e, girêdayî
xwedîkirina we û hawirdora zarok e.
Çimkî kekezî ne tiştekî ji makzayî da ye,
dûra ji ber şertên der û dorê çêdibe.
Welhasilî kelam xanimê ne tiştekî dilê min rehet bike got, ne jî min bitirsîne.
Min biryara xwe da, jixwe Hêvîyê jî berê gotibû ew jî dixwaze gedakî me yê din hebe. Êdî em û şansê xwe.
Di malbata me da jî, di ya Hêvîyê da jî yên kekez pir in. Zimanê Hêvîyê bi xwe jî hinekî giran e, gava hêrs dibe, diqehere kekeziya wê xuya dike. Wekî din xuya nake.
Çend bira û pismamên wê jî kekez in. Tiştê balkêş di malbata me da jî, di wê da jî ne keçik, tenê lawik kekez in.
*Saet di 16a da min û Mahmûd Kîper hevdu dît. Got hevalan xwestin ez bi te ra bipeyivim, biryara te ya dawî, tu yê îstîfa bikî ya na fêr bibim.
Ez bîstekê bêdeng mam. Dîsa pirsî, got:
”Ma tu çi difikirî, ev çend roj in dibê te biryara xwe êdî dabe!”
Ev gotina wî bi min zor hat. Negot em îstîfa te qebûl nakin, dibê biryara xwe bi paş da bigirî.
Li ser vê min jê ra got:
”Em hetanî vira bi hev ra hatin, riya me yek bû. Lê îro wer xuya dike riya me li vir ewê ji hev biqete. Heta ji destê min were ezê xerabiyê bi vê partiyê nekim, zirarê nedimê. Ezê wek dostekî wê bimînim. Belkî rojeke din li derekê dîsa riya me bigihîje hev.
Got ez fêm nakim ji bo çi tu vê mesela biçûk hewqasî mezin dikî. Gelek tiştên wiha çêbûne.
Min got, hetanî nuha ez tu carî ji partiyê ra nebûme problem, min tu carî problem dernexistiye. Naxazim bi çûna xwe jî tu kesî sûcdar bikim.
Hîn em dipeyivîn Nafî Çilgin hat. Ez û wî jî hinekî peyivîn. Dûra Selîm Bakac hat, em bi hev ra çûn mala Selîm.
1987-02-07
Min îro Evdilqadir Yildirimê lawê Hecî Eliyê Lastîkê li qahwê dît. Zeîf bûbû, dev lê xwar bûbû, ruyê wî sipîçolkî bû. Got ez nexweş im.
Min got nexweşiya te çi ye?
Got nexweşiya min psîkolojîk e, ez li nexweşxaneya Lanbro raketim. Nexweşxana Langbro ya dînan e, kesên psîkolojiya wan ne baş li wir didin razandin.
Dilê min pir pê şewitî. Min got were komelê, were mal. Got erê ezê werim. Me hinekî sohbet kir. Got sebra min li vir nayê, ezê vegerim, herim mal.
XXX
1988-02-07
Bavê Nazê li Tenstayê li ser herdu kitêbên xwe, "Hêsir û baran û Stockholmê te çi dîtiye bêje" semînerek da. Zêde kes nehatibû semînerê. Min nejimart lê bi texmîna min li dora 30 kesî hebûn. Xwedêgiavî ewê li ser kitêbên xwe bipeyiviya, lê zêde li ser nivîsa min sekinî. Bi baweriya min qet ne hewce bû hewqasî li ser wê nivîsa min bisekiniya. Diyar e jê gelkî aci bûbû.
Hinekan got, "Bavê Nazê, ev nebû semîner, bû çivîna bersîva Zinarê Xamo."
XXX
1996-02-07
Navê wê acîl e, lê ciyê merazariyê ye. Me 6 saetan pa, heta saet yek û nîvê şevê(01.30) em li nexweşxanê bûn.
Axirê ji devê wî bi xortimê dermanek danê, bîna wî hinekî hat ber. Gunehê min pê hat, zarokekî 8 salî ye, ezêb dikşîne. Ev jî bêşansiya wî û me ye.
Li mal dikira bifetisiya. Derengê şevê bû, em bi texsiyê çûn malê. Saet di
duduya da em gihîştin mal. Him dinya pir sar e, him jî hewake gelkî ne xweş
heye, bîna merivê sax diçike. Li nexweşxanê însên pê li serê hev dikir,
piraniya wan jî astim bûn.
Dema dibe zivistan, sar û serma dest pê dike astim zorê li Serhat dike. Pifa wî
heye, lê hewqasî ji hêz da dikeve nikane pifê bikşîne. Lema li nexweşxanê bi
xortimê ji devê wî derman danê, bi wî hawî bîna wî hat ber. Çaxa lê giran dibe
tim wiha dibe. Em pir lê miqate ne, lê têrê nake.
Tuxtor dibêjin astima zarokan bi piranî derbas dibin, bi îhtîmaleke mezin ewê
ya wî jî derbas bibe. Bira sporê bike û sermê negire.
1996-02-07
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar