07 februari 2022

Dibê kurd nebin talibê serokatiya Îraqê

Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro da ji ber ku jimara tê xwestin tunebû, hilbijartin çênebû û serokkomar nehat hilbijartin. Ji 329 parlamenteran 58 parlamenter beşdarî civînê îro bûne.

Ev hevîr ewê hîn gelek av rake. Xwedêgiravî gerek di nava 30 rojî da serok were hilbijartin, lê kes guh nade qanûn manûnan, tefsîreke din kirine, kanin vê demê bi mehan jî dirêj bikin.

Qnûn ji bo ereban lastîk e, dilê wan çawa bixwaze hewqasî vedizelînin.
Sebebê vê jî di rastiyê da dewleta Îraqê nemaye, hebûneke zorakî ye.

Dixwazin şîiyan, sunîyan û kurdan bi zor bi hev va bizeliqînin, lê nabe.

Heger kurd bi rastî kurdbûna, millî bûna, wek siyasetmedarên millî hereket bikirana, bi rastî jî serxwebûnxwaz bûna dibê nebûna serokkomarê Îraqê, doza serokkomariyê nekirana. Ji ereban ra bigotana heyran, hûn welatê xwe îdare bikin, em jî welatê xwe.

Em serokomariya Îraqê naxwazin, em dibin serokê welatê xwe, hûn jî bibin yê welatê xwe.

Ji dêlî ku ji ereban ra viya bibêjin, li ser kursiya serokkomar dest xistina gewriya hev, bi hev ketine, hevkariya xwe, dostaniya, peymanên nabêna xwe xera dikin.

Wer xuya dike PDK û YNK ewê li ser kursiya serokkomar bi hev kevin û zirareke pir mezin bidin miletê kurd. Ereban kemîna xwe danîne, ewê YNKê û PDKê baş berra hev bidin. Çimkî kurd çiqasî ne li hev bin, ji ereban ra hewqasî baş e.

Hetanî kurd bibin serokê Îraqê û bi ereban ra Îraqê îdare bikin, serxwebûnê naxwazin. Yê serxwebûna Kurdistanê bixwaze nabe serokkomarê  Îraqê û yê bibe serokkomarê Îraqê serxwebûna Kurdistanê naxwaze.

XXX

Îro roja dawî ya miracaeta dersa kurdî ye. Hêvî dikim bi sedhezaran daxwaz bûbin.

Kurd vê carê baş xebitîn, baş kirin qîrîn û hawar. Lê pir dereng e, dijmin meda xwe girtiye.

Di wextê da me devê eyarşîr berda, nuha em bi pey mîhê ketine. Mihî jî terqiya ye, baş ji me bi dûr ketiye, pir zahmet e em xwe bigihîninê.

 

XXX

Ji ber siyasetmedarên bi îhtîras, xweperest, çavnebar, çavbirçî tevgera siyasî ya miletê kurd hatiye perçekirin, di nav kurdan da yekîtiyeke netewî çênabe.

Heger siyasetmedarên me menfeeta milî di ser menfaetên xwe yên şexsî ra bigirtana îro em ne di vî halê perîşanda bûn, rewşa me ewê gelkî baştir bûya.

Îhtîras, xweperestî û çavnebarî gelşa me ya esasî ye, dibê em xwe ji siyasetmedarên wiha xelas bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE