Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-08
Min îro zarok birin hew. Jixwe ra ketin avê, kêf kirin. Hewz nêzî mala me ye.
Bi xêra wan ez jî dikevim avê lê ajnê nizanim. Di dera ne kûr da dikim çelpe
çelp, lê fêr nebûme, ditirsim.
Rojên tahtîlan swêdî zarokên xwe dibin hew, wan digerînin. Ez jî hewil didim
wer bikim, lê xebatên siyasî gelek caran wextê nahêle.
Min telefonî Koçkakê kir, Nebî Bal bersîv da. Min uzrê xwe xwest. Min got va ye ez têm. Min ban texsiyekê kir, ez çûm Koçkakê. Dema ez gihîştim wir, ew li ser rê bûn, li çûbûnê bûn. Em rûniştin, li ser biryarên girtibûn peyivîn.
Dûra ez, Roman, Firat û Emerê kawacî bi hev ra çûn qahwê.
XXX
1987-02-08
*Mumtaz Armanc anî da min. Ezê sibe bibim çapxanê. Bi xêr ev ji mar jî qediya.
*Ji mal telefon kirin. Bi diya xwe ra peyivîm.
Nûrî Salmaş jî li mala me bû, ew jî bi min ra peyivî. Got îro em bûkê derdixin, me got em haya te jî bigihîninê.
Birayê min Metîn dizewice.
Nûrî dîsa got ez dixwazim werim wir, li ser îşê min bisekine. Min got baş e. Ma minê çi bigota?
Ev çend car in eynî tiştî dibêje.
Metîn got Tûran Seyfîoglu gotiye bira Zinar hefta pêş me roja şemiyê telefonî min bike.
XXX
1996-02-08
Lawikê me Serhat hîn nexweş e, îro neçû dibistanê. Ez jî ji ber ku
pir bêxew im û nexweş im neçûm kar. Dikuxim û fişke fişka min e.
Ya çêtir Serhat çend rojan li mal be. Bi vê bêtaqetiyê nikane here dibistanê.
Dibê çend rojan li mal be, pifa xwe baş bigire heta baş dibe.
XXX
1999-02-08
*Diyar e di mitînga pêr da min serma girtiye. Ev du roj in halê
min tuneye, wer di ta sar da me. Îro neçûm kar.
*Do Qralê Urdinê, Qiral Husên mir. Ji do da ye masmedîa Swêd
û ya dunyayê wer qala mirina wî dikin, pirr mezin dikin. Lawê wî yê ji jina wî
ya Îngilîz, Abdullah bû kral..
Esas du sê rojan berî mirina xwe, bavê wî prensî ji Hesenê birê xwe girtibû û
dabû lawê xwe Abdullah.
*Îro mahkima berpirsiyarên HADEPê bû, ez bawer dikim yek ya
du sendîkacî berdan, lê ji berpirsiyarên HADEPê kes bernedan, doza wan avêtin
meha adarê. Dibe ku berî hilbijartinan wan berdin, lê kanin bernedin jî, çimkî
dawiya HADEPê ewê çawa be hîn baş ne diyar e.
*Di rojnameyeke yûnanî da îro beyaneke Abdullah Ocalan
derketiye. Li gor xeberên Telewîzyona Medê, Ocalan di beyana xwe da durûtî û
tirsonekiya ewûpiyan rexne kiriye û xwestiye Koma Miletan wek mesela Kosova dest bavêje
mesela kurdan jî û ji bo kurdan jî konferansekê bicivîne. Daxwazaeke pir baş e, xwezî bikirana. Lê ji
bo me tiştekî wiha nakin. Çimkî kes li pişt me tune, Kosowî pişta wan hebû,
lema ji bo wan civîn çêkirin.
XXX
2009-02-08
Nazê xanim, min ji vê nivîsa te tiştek fêm nekir.
Şivan Perwer kurd e û hemû kasêtên wî bi kurdî ne(belkî di yek du kasêtên wî da
stranek ya jî du stranên tirkî hebin). Dema tu dikanî muzîka Şivan
şirove bikî maneya xwe ew e ku tu bi kurdî baş dizanî. Yanî ne bi qasî "çawa
yî baş î", bi qasî fêmkirin û şirovekirina stranên Şivan tu bi kurdî
dizanî. Ê wê demê ev tirkiya te ji bo çi ye?
Tu kurd, Şivan kurd, muzîka xwedêgiravî tu şirove dikiî kurdî û em kesên
ku dikin şiroveya te bixwînin kurd.
Lê nivîsa te bi TIRKÎ ye.
Nuha ev ne sosiret û ibret ?
Ez bi xwe tu mane û mentixekî di vê yekê da nabînim.
Heger te şiroveya xwe di malpereke tirkan da û ji bo tirkan ra
biweşanda karekî di cîda bû, me yê bigota weleh waye kurdeke me muzîka
kurdî bi tirkan jî dide naskirin û bi vê yekî jî ji muzîka kurdî ra xizmetekê
dike.
Lê tiştetekî wiha jî tuneye, em kurd xwe bi xwene ne. Û tu radibî dengbêjekî
kurd, muzîka kurdî bi zimanê tirkî bi kurdan didî naskirin.
Bi rastî jî hertiştê me ji dinyayê der e. Ez bawer nakim li bêyî kurdekî li
cîhanê kes tiştekî wiah bike.
Vê asîmîlasyonê çi felaket aniye serê vî miletî, xwedêgiravê yê herî
kurdperwer jî destê wî/wê ji tirkî nabe. Hewqas nebe ku, Şivan Perwer û muzîka
wî jî bi tirkî bi me dide nasandin.
Ez çi bibêjim?
Hema Xwedê miletê kurd ji bêtar û feleketên hîn mezin bistirîne!
Amîn... û wesalam...
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar