08 februari 2022

Bi ya min meriv ji dersê ra nebêje ”wane” baştir e

Ev demeke hin kurd ji dersên zarok li dibistanan dixwînin ra dibêjin ”wane”, yanî ders.

Di xebat û kampaniya hilbijartina dersa kurdî da jî hinek dibêjin ”waneya kurdî hilbijêrin.”
Ez nizanim ev ”WANE” ji ku derxistin, etîmîlojiya wê çi ye? Ez bawer dikim kurdên soran bi kar tînin.
Ev demeke ev gotin di nava hin kurdên bakur da jî pir populer bûye, gelek kes di ciyê dersê da bikar tînin.

Bi baweriya min ”WANE” peyveke pir bêmane ye, ciyê DERSê qet nagire.
Lê heger peyveke bi kurdî be jî, di kitêbekê da derbas bibe jî di nav xelkê da kes vê gotinê bi kar nayne û jê fêm jî nake. Û nikane ciyê DERSê bigire, bi milyonan însan jê fêm nakin.

Çima van salên dawî hin kurdên kurmanciya ”akademîk” dipeyin bûne heyranê vê gotinê ez fêm nakim?

Peyva ji sedî 99ê miletekî jê fêm neke meriv li ser xelkê ferz nake û di beyan û belavokan da bikar nayne.

Çi bi DERSê hatiye, şaşiya wê çi ye?

Yanî ji bo ku bi erebî ye emê bi kar neynin?

Di zimanê me da bi dehhezaran peyvên erebî hene, wê demê em gişan li xelkê qedexe bikin.

Tirk hewqas sal in xwedî dewlet in lê dîsa jî ji DERsê ra dibêjin ders.

Ya din DERS him lêker e, him navdêr e, bi sedan gotinên bi dersê tên gotin hene.

Ders çêkirin, ders dan, ders girtin, ders xebitîn, dersdar, dersdarî, dersxane, dersxwendin, ders negirtin, ders jê girtin, min dersa xwe girt.

Ez zêde dirêj nekim bi sedan gotin, mecaz, gotinên pêşiyan ji lêker û navdêra dersê hene.

Baş e bi ”wane” çi heye?
Ma meriv kane bibêje, ”min waneya xwe girt, baş bû te waneya xwe girt ?”

Heger meriv bibêje jê çi tê fêmkirin?

Çima emê hemû peyvên din gişan bi dersê bibêjin, lê ji bo dersa dibistanê DERSê bi kar neynin, bibêjin WANE?

Bi baweriya min bikaranîna ”wane” ne rast e, tahma kurmancî jê nayê, piraniya kurdan jê fêm nakin, dilê meriv ji kurmancî sar dike.

Em hîn nebûne xwedî dewlet, hîn mektebeke me tune ye, ji sedî 10ê însanên me nizanin bi kurdî bixwînin û binivîsînin, lê em radibin zimanekî kes jê fêm nake bikar tînin.

Ji bo ku ”wane” bi kurdî ye, ”ders” bi erebî ye.
Ez viya pir şaş dibînim.

Gerek em dev ji peyvên çêkirî û yên xelk jê fêm nakin berdin, zimanekî hêsa, xelk jê fêm dike bi kar bînin. Bira zarok li dibistanan dersa kurdî hilbijêrin. Bira xelk ji axaftina me, ji beyanên me, ji gotinên me fêm bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE