Risim di
sala 1890î da li Rihayê ji alî mîsyonerekî fransiz hatiye girtin, dûra bûye
kartpostal.
Berê em li dinyayê bi nav û deng bûn, li welatê xwe em xwedî
qesir û qonax bûn, xwedî xan û eywan bûn.
Di wan qesir û xonaxan da bi hezaran mîr, beg, axa, eşraf û malmezin dijiyan,
rojê bi hezaran kes dibûn mîvanên wan û li ser sifreyên wan nan dixwarin.
Îdrêsê Bedlîsî û Şerefxanê Betlîsî hebûn. Betlîs bajarekî kela medenîyeta kurda bû.
Mîrên Babanan hebûn
Îshaq Paşa hebû, qesra wî bi nav û deng bû.
Şêx Ubêdilahê Nehrî hebû
Mîrên Heskîfê hebûn.
Mîrên Botan hebûn.
Malbata Cemîl Paşa hebû.
Îbrahîm Paşayê Milî hebû.
Şêx Mahmûdê Berzencî hebû.
Simko Axayê Şikak hebû.
Yanî bi hezaran mîr û beg, axayên kurdan hebûn, giş jî xwedî qesir û qonax bûn
Bi hezaran navmalî, karkir, şivan, gavan, xulam û xizmetkarên wan hebûn.
Salê bi sedan mîsyoner û gerok(seyah) ji çarhawêlî dinyayê dihatin dîtina Kurdistanê û dibûn heyranên qesir û qonaxên me, heyranên xan û heywanên me û risim û mînyatorên wan çêdikirin.
Mîsyoner û gerokên ewrûpî di van gerrên xwe da bi hezaran mînyator û rismên qesir û qonaxên Kurdistanê çêkirine.
Lema jî, ne xweşikiya welatê me, muhteşemiya qesir û qonaxên me tenê bala xelkê dikişandin, dibûn heyranê kincên mêr û jinên kurd jî, girêdana kurdan jî li dinyayê pir bi nav û deng bû.
Mîsyoner û gerrok ji serê dinyayê dihatin bi mehan, bi salan li Kurdistanê digeriyan ji bo ku çend rismên kincên jin û mêran bigrin û mînyatorên bajaran, sûran, qesir û qonaxên kurdan çêkin.
Girêdan û kincên her herêmeke Kurdistanê, her bajarekî Kurdistanê, heta her eşîrekê cihê bû, mîsyoner û gerrok dibûn heyranê wan kincên reng rengî û wan girêdanên cihê cihê.
Lê tirkan di nava 100-150 salî da em pûç kirin, tiştekî millî bi bi me ve nehîştin, em zulût kirin, em kirin wek mirîşka pûrtikandî. Mêrikan heta zimanê me jî helandin, nîvê me asîmîle kirin, kirin tirk.
Nuha belkî ji sedî 3-4ê kurdan jî haya wan ji vê tarîxa me ya bi îhtîşam tune ye, dibêjin belkî ji berê û ber da ye em wiha bindest û rût in.
Di arşîvên gerrok û mîsyonerên ewrûpî da, li muzexaneyên Ewrûpayê bi hezaran risim û mînyatorên kurdan û Kurdistanê hene.
Baran Zeydanlioglu, mala camêr ava be, xwe baş daye vî karî, her roj çend risim û mînyatoran ji arşîvên mîsyoner û seyahên ewrûpî derdixe û di malperên xwe yên medyaya sosyal da belav dike. Facebooka wî, Twîttera wî di vî warî da arşîevek pir dewlemend e.
Not: Min ev risim ji malpera Twîtterê ya Baran Zeydanlioglu girt.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar