09 februari 2022

NATO ji Pûtîn ra dibêje STOP, ji Erdogan ra dibêje dewam bike !

Ji bo ku Rûsya êrîşê nebe ser Ukraynayê, dagir neke Amerîk, Fransa, Almanya, Îngilîstan, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO giş rabûna pêdarê, ji Pûtîn ra dibêjin, heger tu şaşiyeke wiha bikî, heger tu Ukraynayê dagir bikî ewê li ser Rûsyayê pir buha mal bibe, em ji nuha da vê yekê ji te ra dibêjin.

Macron û Amerîkayê him ev mesaj dan Pûtîn, him jî bi tonan sîleh û cebilxane dan Ukraynayê.

Amerîkayê ji bo alîkariyê bi hezaran leşker şandin Polonyayê û hin welatên Ewrûpayê.

Yanî ji Pûtîn ra gotin em heneka nakin, heger tu Ukraynayê dagir bikî em bêdeng namînin.

Pûtîn dibîne bivik tê da heye, lema jî soz daye serokê Fransayê Macron, gotiye nuha ez mesala dagirkirinê taloq dikim.

Tirkiyê Efrîn dagir kir dinyayê deng nekir, dûra Serêkaniyê, Girê Sipî dagir kir dîsa kesî deng nekir.

Tirkan bi vê jî qîma xwe neanîn, gelek derên Kurdistana başûr jî dagir kirin, dîsa kesî ji tiştek ji Erdogan û tirkan ra negot.

Yanî dinya wek şûrekî li pişta Ukraynayê, ji bo me kuran bêdeng e, kerr û lal e, kor e.

Tirkiye welatê me dagir dike dengê xwe nakin, her roj gund û bajarên me bombebaran dikin dîsa dengê xwe nakin.

Çimkî em kurd in, em ne ukraynî ne.

Tirkiye li kurdan xe, welatê kurdan, gund û bajarên wan dagir bike serbet e, ne sûc e.

Lema jî tirk diwêrin vê zulmê li me bikin, welatê me dagir bikin.

Tiştê Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO ji Pûtîn ra dibêjin ji Erdogan ra jî bigotana, tirkan Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir nedikirin, bi dehhezaran çete û qatilên Daîşê nedixistin malên kurdan.

Dibê em kurd vê bêedelatiya dinyayê bibînin.

Kadrî Ozkan: Selam mamoste.Em hinek dibêjin tirkiye welate me dagir kirîye hinek ji bi tirkare hevkarîye dike dunya li vê ecêbê şas maye em berê gazina ji xwe bike

Zinarê Xamo: Erê ew gelş heye. Lê sebebê bêdengiya dinyayê ya li hemberî dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî ne ew e, ji ber ku Efrîn bajarekî kurda ye, ji ber ku efrînî kurd in.

Heger Sirbîstanê Kosowa, Bosna dagir bikira NATO bêdeng nedima.

Dibê em bizanibin li dinyayê dostekî me yê ji dil, saxlem tune ye, carnan ji ber hin sebeban destegê didin me , lê ew jî ne zêde ye, ne ji bo ku em azad bibin.

 

Nuran Koyuncu: Çimkî piçûk an mezin bi hêz an qels xwedî dewlet in.

Zinarê Xamo: Nûran xanim, rast e dewlet muhîm e, dagirkirina dewleteka serbixwe zahmettir e.

Lê ev jî ne ji bo her dewletê ye, dewleta dilê wan jê ra dixwaze diparêzin û dewleta dilê wan jê ra naxwaze naparêzin, li hemberî dagirkirina wê bêdeng in.

Ma Sûriye ne dewlet e, ma Îraq ne dewlet e?

Lê Tirkiyê dîsa jî erdê herdu dewletan jî dagir kiriye.

Ne NATO, ne Miletên Yekbûyî, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê tiştê ji Pûtîn ra dibêjin ji Erdogan ra nabêjin.

Nabêjin çimkî yên hev in, çimkî derên hatine dagirkirin erdê kurda ye.

 


 XXX
Min, xanimê û lawkê me Rojen me di telewîzyona swêdî da li fîlmê dokumenter yê Hogir Hurorî SABAYA(koleya seksê) temaşe kir.

Kezeba me peritand. Kul û derdên dilê me tevrabûn. Hewqasî wahû û ji mirovahiyê bêpar in keçeke 7 salî jî wek koleya seksê(SABAYA) firotibûn hev. Meriv ji mirovatiya xwe şerm dike. Ez dibêjim dagirkirin û qetlîama Şengalê pilana Tirkiyê bû.
Dokumentera SABAYA li Swêd xelata Kêzika Zêr girt.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE