09 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -32-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-09

Xanim îro çû qursa durûnê, heger ne derew be ewê ji me ra bibe terzî. Aqilê min nabirre tu durûn, murûnê fêr bibe.
Min jê ra wiha negot, min halan tê hilda.

Min rexneyek ji kovara Roja Nû ra nivîsand. Ezê jê ra bişînim. Rexneya min li ser şiîra bi navê ”Xanî” ya Vazgal Bazidî ye. Şiîr di Roja Nû da çap bûye.

Di vê şiîrê da tê gotin ”Elî Herîrî û Melayê Cizîrî piştî Ehmedê Xanî jiyan e. Min ev şaşî rexne kir, min got Elî Herîrî û Melayê Cizîrî herdu jî berî Ehmdê Xanî jiyan e.


XXX
1987-02-09

Me bi nûneran ra li ser kongreya Federasyonê civînek çêkir. Me got di kongreya Federasyonê da emê endametiya Komela Jinan biparêzin, emê li dijî endametiya ne li gorî destûrê derkevin û avabûna Komîteya Birêvebir biparêzin. Komîteya Birêvebir ewê 15 kes be. Û emê ji bo hilbijartina komîteyeke kanibe kar bike û Federasyonê neke hêlîna li dijî siyasetê bixebitin.


XXX
1996-02-09

Ji bo ku li programeke Telewîzyona Medê temaşe bikim ez çûm mala Elîşêr(Zîya Avci). Riza Polat, Salim û Dr. Celadet Çelîker jî mîvanên wî bûn.
Program li ser ronakbîran û mesûlîyetên wan bû. Ji kurdên min nas dikirin Nacî Kutlay, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Celîlê Celîl û çend kesên din beşdarî minaqaşeyê bûn.
Evdila Ocalan jî bi telefonê beşdar bû.
Bavê Nazê çarçeweyeke baş û fireh danî. Wer xuya bû axaftina xwe hazir kiribû, ji metnekê dixwend. Axir xwe baş hazir kiribû. Axaftina wî baş bû.

Axaftina kompîzîtorekî kurdê Kurdisrtana Başûr ne tê da, axaftina yên din ne tu axaftin bû, tiştên pir sathî digotin.

Pirsên  ji Evdila Ocalan kirin jî ne tu pirs bûn, vala bûn. Pir bi tirs dipeyivîn, newêrîbûn fikrên xwe, baweriyên xwe serbest bibêjin. Newêrîbûn kêmasî û çewtiyên PKKê eşkre bibêjin û rexne bikin.

Li ser ronakbîran jî, Dr. Nacî Kûtlay û Celîlê Celîl xaric, tu fikir û dîtineke wan a zelal tunebû.

Huseyîn Kaytan û Selîm Firat, bi taybetî jî Huseyîn Kaytan dîsa hin tiştên cidî gotin.

Selîm Firat di dawiyê da pirsek baş ji Evdila Ocalan kir, got:

-Gelo kesên ne bi PKKê ra bin ne ronakbîr in?
Evdila Ocalan li dij derket, got ”na, ev şaş e.”

Bi ya min di minaqeşeyan da yê herî konkret peyivî û xwedî fikir Evdila Ocalan bû.

Ev cara pêşî bû min didît Evdila Ocalan gelek mesela li bin guhê hev naxe, dîtinên xwe hewqasî bi dûzan rêz dike. Mêrik zanîbû çi dibêje û çi dixwaze. Di axaftina xwe da pir bi tolerans bû. Bi kurtî got:

-Ez nabêjim bibin hevalên me û pesnê me bidin. Ez dibêjim ev donzde sal in li Kurdistanê şerekî bêaman heye, bi hezaran kes şehîd bûne, bi dehan însanî xwe şewitandin, dibê hûn vê hedîsa mezin bibînin û di berhemên xwe da qala wê bikin. Lê rexne bikin, kêmasiyên wê bibêjin, gotineke min ji vê ra tune ye. Lê heqê we tune ye hûn vê xebat û têkoşîna mezin tune hesab bikin.

Bi baweriya min tiştê gotin bi piranî rast bûn, lê di mesela romana kurdî da tiştê ne rast parast, got romana kurdî kane bi tirkî ya jî bi zimanekî din jî were nivîsîn ne rast e.

Bi ya min edîbên kurd ne ku naxwazin roman, şiîr û çîroka vê serîhildanê binivîsin, dixwazin lê hew kanin, kapasîta bikanibin şaheseran binivîsin li ba wan tune ye. Ji kurdên Kurdistana bakur hîn edîbekî kanibe romana vê serîhildana mezin binivîse derneketiye.

XXX
1997-02-09

Îro Cejna Remezanê ye. Me xwarin çêkir û şekir- mekirê eydiyê kirî. Ya muhîm tirşika fûsiliya ye, pir xweş bûye.
Lê eydiya me wek gula plastîk be, hewa û atmosfera eydiyên welêt nade. Meriv ne li welatê xwe be, ne di nav qewmê xwe da be zor e, tahma xwarinan jî ne wek ya welêt e.
Mala camêr ava be, Abid Dundar hat eydiya me pîroz kir. Em pir kêfxweş bûn. Qenekê kurdek hat eydiya me.
Em bi hev ra çûn qahwa Hecî û Yaşar. Gelek kesên din jî hatin. Me pinîkêr lîst, bîstekê henek kir.
Min telefonî bavê xwe kir lê xet meşxûl bû, Diyarbekir nerneket.
Min telefonî Metîne me kir, ne li mal bû, ez bi xanima wî Medînê ra peyivîm.
Cejna me bi hawî derbas bû...

 

 XXX
1999-02-09


*Ez îro jî nikanîbûm herim kar. Nuha êşa piştê jî xwe daye ser bapêşê, fena ku ez boçikî bûbim.

Ev êşa piştê ji zûde ye bi min ra çêbûye, lê ez guh nadimê, dibê ez herim ser tuxtor.

*Îro tirk dîsa ketin alarimê, dîsa Anqere li bin guhê hev ket. Sebeb jî Meclîsa Baskê biryar girtiye, gotiye Meclîsa Kurd ya li Dervayî Welat di meha tebaxê da kane civîna xwe li meclîsa me çêbike.

Bûyereke din jî ERNKê û gelek partiyên Yûnanî li ser rewşa Abdullah Ocalan û kurdan bi hev ra çivînek çêkirine û beyanek muşterek belav kirine.

Di beyanê da ji hukûmetê û ji Yekîtiya Ewrûpayê tê xwestin ku bê qeyd û şert mafê siyasî bidin Abdullah Ocalan û ji bo çareserkirina mesela kurd jî konferanseke wek ya Kosovayê ji bo kurdan jî were çêkirin.

Li ser vê tirk dîsa dîn û har bûn, bi taybetî jî li hember biryara Meclîsa Baskê, hukûmetê û Wezareta Karên Derva tavilê dest bi civînan û protestoyan kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Îsmaîl Cem, ji bo endamên Meclîsa Kurd bi hêrs û bi heqaret got:

”Çend kesên xwenezan ewê bicivin.”

Dema meriv bala xwe dide reaksiyona tirkan û li beyanên wan guhdarî dike, meriv dibîne ku dewlet wek însên kane bixirife, dîn bibe; tirk wek civat dîn bûne!

*Îşev bi emrê sawciyê Stenbolê qawişa Sedat Pekerê serokê mafîa saxî kirin. Sedat Peker çendakî berê, xwedêgirafî bi daxawaza xwe ji Romanyayê hat teslîm bû.

Li gor xeberên tirkan heft dabançe û çar jî telefonên destan di qawişa wî da girtine.

Belê di qawişa serokekî mafîa yê faşîst da heft dabançe tên dîtin!

Mêrik qawişa xwe kiriye cebilxane. Bi îhtîmaleke mezin li derve bi wan dabançan îş dide kirin û dûre tînin teslîmî wî dikin. Ya na ewê heft dabançan çi bike?

Lê ya herî xerab bûyerên wiha êdî normal tên dîtin.

XXX
2009-02-09


Dest Xweş Zinarê Xamo te pir baş anîye zimên. Birastî ez hemû nivîsên te li ser Bloga te dişopinim. Min nivîsa te ya herî dawî xwend (Derbarî trt6ê )û min xwest ku şiroveyek binivîsim. Lê bloga te qasî ku min fehm kir bi zimanê Swedî hatiye amade kirin. Ji ber wê jî min nekarî şiroveyek binivîsim.Ez çawa dikarim lê şiroveyek binivîsim. Ji kerema xwe re tu dikarî alikariya min bikî?

Merheba!
Gelek sipas ji bo van gotiênên te yê dostane.

Birayê ezîz, şirove gelkî rehet e. Di dawiya nivîsê da, di orta saet û tîrê da sernivîsek bi navê "kommentarer" heye. Wê bitikîne. Pencereyek vedibe, li milê rastê rismê qelem û defrterê û li binê wê rûpelek ji bo nivîsê heye. di binê wê da sernivîsek bi navê "Välj en identitet" heye.
Yanî nasnameyekê, kîmligekê hilbijêre. Û di bin wê da jî 4 alternatîv hene. Dema tu alternatîfa herî dawî "Anonym"ê hilbijêrî wê demê tu dikanî bêyî nav û kod nîvsa ku te nivîsîye bişînî. Berê "Anonym"ê hilbijêre û dûra jî nivîsê binivîse û dûra jî pê li bişkoka sor "PUBLISERA DIN KOMENTAR" bike.
Mesele qedyaye.
Anonymê hilbijêre, nivîsa xwe binivîse û pê li bişkoka "PUBLISERA DIN KOMENTAR" bike.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo

2009-02-09

XXX
2020- 02-09

Pêkenîneke min wiha diqede:
-Xwedêo, wer xuya ye tu jî bi teqala zarokan ketiye, tu jî bûyî hevalê wan sûtalan. Nizanim ji te ra bibêjim çi !

Fewzî Bulgan di e-mailê da ji min ra gotiye:
”Qet nebû. Gelek tahl û ne xweş e. Li we nayê.”
Min ev bersîv dayê:

Bi vê reaksiyona xwe te ez matmayî hîştim. Diyar e hûn ji mîzahê jî fêm nakin û dixwazin wê jî li kurdan yasax bikin. Di edebiyata kurdî da bi sedan pêkenînên wiha hene. Ma hûn abûqatên Xwedê ne ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar