28 februari 2022

Pûtîn ji bo dinyayê talûkeyeke pir mezin e !

Merivê dinyanedî, bêesil dema dewletî dibe gewî dibe, bela xwe di xelkê, di kevir û dora xwe, bi ezmanan da hildiperike.

Çend sal berê rewşa Tirkiyê hinekî baş bû, zikê tirkan hinekî têr bûbû, vê yekê Erdogan gewî kir. Li ciyê rehetiyê êrîşî kurdan, Sûriyê û Îraqê kir.

Bela xwe di cîranên xwe gişan da. Lê nuha bi erdê ve zeliqîne, li kurtêlek nanê tisî hesilîne, bi parsê ketine.

Tirk qefle bi qefle ji ji birçîna direvin derve, îltîcayê welatên Ewrûpayê dikin.

Însan li Stenbolê û li Anqerê ji bo ku nanekî erzan bikirin bi saetan dikevin dorê. Xelk nikane heqê gaz û elektirîka mala xwe bide. Feqîrî, birçîbûn hatiye qirikê.

Ev yek ji ruyê zirzopiyên Erdogan bû, ji ber ku çend quriş di kasa Tirkiyê da dît, dinyanedî bitir bû, dest bi dagirkirina welatan kir. Lê halê Tirkiyê, dawîya zirzopiyê, şerûdiyê li ber çava ye.

Pûtîn jî eynî tiştî dike. Lê aqûbeta wî jî ewê bi ya Erdogan be, halê Rûsyayê jî ewê bibe halê Tirkiyê.

Di van salên dawî da bi xêra petrolê û gazê halê Rûsyayê hinekî baş bû. Vê rehetiyê û halxweşiyê Pûtînê zirzop har kir, dixwaze împaratoriya çarîtiyê bi paş da bîne.

Ji ber ku sîlehên wî pir in, artêşa wî xurt e dixwaze li welatên biçûk û zeîf serkutiyê bike, wan bike koleyê xwe. Welatê bindestiya wî qebûl neke dagir bike. Ev metoda mafîya yê, yê xurt dixwaze her kesî bike bindestê xwe.

Ji Fînlandê û  ji Swêdê ra dibêje ez qebûl nakim hûn bibin endamê NATO yê, heger hûn bibin hûn bedelekî giran bidin. Yanî tiştê min anî serê Ûkranyayê ezê bînim serê we jî.

Li gora Pûtîn kîjan dewleta cîranê wî bixwaze bibe endamê NATOyê dibê berê bi Pûtîn bişêwire, destûrê ji efendî bigire.

Zorabatiyeke wiha îşê çeta ye, îşê dîktatoran e.
Di vê serdemê da meriv çawa kane daxwazeke wiha ji welatên serbixwe bike, aqilê meriv nagire.

Ev ne bes e mêrik Ewrûpa, Amerîka bi sîlehên atomî tehdît kir û ev yek jî eşkere got.

Trajediya herî mezin hin kurdên piştgiriya vî zirzopê xirifî dikin hene, bi hin demagojiyan dibêjin Pûtîn bi heq e, Amerîka, welatên Ewrûpa neheq in.

Pûtîn bi êrîş û dagirkirina Ûkranyayê nîşan da ew merivekî dîn e, ji bo dinyayê ji Erdogaan û ji serokê Koreya Bakur Kim Jong jî talûketir e

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE