Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-01
Kongra Federasyonê saet di 09a da dest pê dike, ez 20
deqan dereng, di 09.20a da gihîştim ABFê. Nebî Bal û Sidîq Bozarslan li ber
derî bi hev ra dipeyivîn. Hin kesên din jî komkomî li wan deran bi hev ra
dipeyivîn. Min ji Sîdîq ra got:
-Ma kongrê hîn dest pê nekiriye?
Nebî Bal got:
-Ma te nebihîstiye, Olof Palme hatiye kuştin?
Ez di ciyê xwe da sar bûm. Min bawer nekir. Lê gotin rast e, do bi şev dema ew
û xanima xwe ji sînemayê derketine, li ber deriyê metroya Hogtorgetê yekî ew
kuştiye.
Me kongre çênekir, her kes çû mala xwe.
Bi xebera kuştina Olof Palme Swêd hejiya. Hukûmet, swêdî di şokê da ne. Her kes lal bûye. Ciyê lê hatiye kuştin bûye bêndera gulan. Telewîzyon wer ciyê lê hatiye kuştin û însanên digrîn nîşan didin.
Heger qatil xerîb derkeve jiyana me xerîban ewê pir û pir dijwar bibe.
Hêvî dikim qatil bigrin û ne xerîb be.
XXX
1997-03-01
Telewîzyona MEDê îşev wefata Mele Mistefa Barzanî bi pesindayiyeke mezin bibîr anî. Îsal 18 saliya wefata wî ye.
Hetanî salek du sal berê jî Mele Mistefa Barzanî li gorî eynî kesan "xayinê herî mezin bû"!
Lê di bîranîna îşev da Mele Mistefa Barzanî têkoşer û qehreman bû.
Helbet ev guhertin, ev pesindayin ji ne ji dil e, ji baweriyê bêtir siyaset e. Lê dîsa jî guhertineke pir baş e. Partiyên kurdan çiqasî nêzî hev bibin, dev ji dijminatiyahev berdin baş e.
XXX
1996-02-29
*Ji pêr da ye Xanim û herdu zarok(Serhat û Rojen) li mala
Aslan Kaya bûn. Îro piştî nîvro hatin mal.
*Min ji Remzî Înanç çend kitêb xwestibûn, îro min mektûbek jê girt, dibêje kitêb
şandine.
Lê tiştê ecêb gotiye 800 kr. Swêdî girtine. Ez ecêbmayî mam. Min qet
texmîn nedikir kitêbên min temî kirine ewê hewqas pere bigire.
Di vê desttengiyê da hewqas pere bû qembprê ser zembûr.
Dibe ku wî ji ba xwe hinek kitêb li lîsteyê zêde kiribin. Wekî din ne mimkûn e 7-8 kitêb hewqas pere bigirin?
Min bi destê xwe îş anî serê xwe. Xwedê alîkarê min be. Lê ez wek navê xwe zanim ewê nebe alîkarê min. Û nebe jî ne neheq e, çimkî baweriya min ji kok da bi Camêr nayê.
*Çûm ser tuxtor(bijîşk). Ev demeke gewriya min tahrîş bûye, tim dixwazim avê vexum ya jî tiştekî bimijim, benîşt bicûm. Y ana gewriya min zuha dibe û madê min li hev dikeve. Li ciyê kar dema di arşîwê da dixebitim pir zorê li min dike.
Di arşîvê da hewa tune û toz jî pir e. Bi hezaran dosye(akt)hene. Dema arşîv dikim, li dosyekê digerim gewriya min zuha dibe. Ji mecbûrî şekirekî biçûk davêjim devê xwe. Hêvî dikim li min nebe astim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar