01 mars 2022

Hin kes ji teoriyên komloyê hez dikin

Hin kurdên me ji ereb û tirkan fêrî teoriyên komployê bûne, bi rengekî pir samîmî, wek navê xwe ji teoriyên komployê bawer dikin û bi şiklekî cidî jî diparêzin.

Li gorî wan xwedêgiravî Amerîkayê, Fransayê, Alamnyayê, NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê Pûtîn xapandine, ew tahrîk û teşwîqî vê êrîşî û dagirkirina Ûkraynayê kirine.

Heger ne ev tahrîk û teşwîqa Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bûya Pûtîn tiştekî wiha nedikir.

Lema jî Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê sûcdar in, çimkî ew bûne sebebê vê felaketa mezin. Sûcekî Pûtîn û ûrisan di vî şerî da tune ye.

Meriv nizane çi bibêje ?
Kenê gura bi van teoriyên berradayî tê.
Însan bi çi aqilî van tiştan dibêjin meriv fêm nake.
Kê bîra xwe û Pûtîn hatiye xapandin, hatiye lîstika Amerîka û ewrûpiyan !

Li gorî tirkan Amerîka û ewrûpiyan wek Pûtîn, em kurd jî xapandine, lema em doza Kurdistanê.

Heger ne ”tiliya” Amerîkayê û ewrûpiyan bûya me tu carî qala azadiyê û serxwebûnê nedikir, Amerîka û ewrûpî ji bo ku dijminên tirkan e, em xapandine, fikrê Kurdistana serbixwe xistin serê me.

Vê carê jî Pûtîn, ûris û ûkraynê xapandin û ew berra hev dan, heger ne ev fêlbaziya Amerîkayê û ewrûpiyan bûya Rûsyayê tu carî êrîş nedibir ser û Ûkraynayê û ev şer çênedibû.

Dîktator, êrîşkar van derewan li hev radigrin normal e, çimkî neheq in, zorba ne, rastî, heq ne li alî wan e, sermîyanê wan derew e, buhtan e.

Lê meriv matmayî dimîne gava kurdên rîsipî, xwedî tecrûbe jî van vir û teoriyên komployê dubare dikin.

Êrîşkarî û dagirkeriya Rûsyayê bi tahrîk û teşwîqên Amerîkayê, Fransayê, Almanyayê û Yekîtiya Ewrûpayê ve girêdan ne karê aqil e, şûrkêşiya şer û dagirkeriya welatekî serbixwe ye, hevalbendiya zalimekî wek Pûtîn e.

Însanên xwedî tecrûbe tiştên wiha berradayî çawa dikeve serê wan, bi çi aqilî dibêjin û diparêzin meriv fêm nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE