01 mars 2022

Ev dunya dunya guran e !


Tiştê 6 sal berê Tirkiyê anî serê me kurdan, Pûtîn jî nuha eynî tiştî tîne serê ûkraynîyan, ew jî bajarên wan wêran dike, xaniyên wan bi ser serên wan da dihedimîne û bi sedhezran xelkê siwîl vî çelê zivistanê bi çol çepelan dixîne.

Dîmenên telewîzyonan hêsir bi çavê meriv dixîne.

Ji ber ku Pûtîn xurt e, eskerên wî pir in, sîlehên wî yên talûke hene kes newêre here hawara ûkranîyan, dinya li wahşetê temaşa dike.

Li ber çavê dinyayê welatekî serbixwe tê dagirkirin, tê wêrankirin û dinya jî lê temaşe dike.

Ev dinya, dinya gura ye, ji bo ku gur te nexwin dibê tu bi gur bî. Ya na kes ji te natirse, tu dewlet be jî tu tê dagirkirin.

Li hemberî dîmenên meriv dibîne kezeba meriv dişewite.
Rismê Efrînê, Kobanê, Serê Kaniyê Sûrê, Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînê tê ber çavê meriv.



Me digot dewleta me tune ye lema tirk kanin vê zulmê li me bikin, ûkraynî dewleta wan heye jî têrê nake.

Li vê dinya bêbav yê xurt çi bike jê ra dimîne, kes newêre li hember rabe.

Qanûna dinyê ji roja ava bûye ev e, masîyê mezin masîyê biçûk dixwe, dewletên xurt yên biçûk û zeîf dadiqultînin, xelkê wan bi çolan dixînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE