Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-02
Îro şemî ye. Min got ji hundur derkevim, bala xwe bidim şêla milet. Çûm IKEAyê,
min ji bo kitêbên xwe du dolab kirîn. Bi hevxistina wan pir zor bû, gelek wexta
min girt.
Li derve meriv xemgînî û şoka kuştina Olof Palme li ser ruyê swêdiyan didît.
Ruyê kesî nedikeniya, her kes murûztal û heznî xuya dikir.
Dibêjin tiliya CIAyê kanibe di kuştina wî da hebe. Hêvî dikim wer derekve. Ez bawer nakim tu dewlet karekî wiha bike. Ev karê şexsa ye.
Lê hîn zû ye, di rojnameyan da gelek terorî hene.
Kuştina Palme ewê bi xwe ra dijberiya xerîban jî xurttir bike. Heger qatil xerîb derkeve ji xwe hîn xerabtir e.
Maşalê qatil derkeve, ewê rê li ber speklasyonan bigre.
XXX
1987-03-02
Min û Mecîd Caferî îro jî li çayxanê hevdu dît, me sohbet kir û dîsa hin agahî dan min.
Tayfûn(Malmîsanij)hat çayxanê, me bi hev ra li nivîsa Kosret nêrî. Min nivîs bir mal, wergerand kurmancî.
Min du rojnameyên tirkî kirîn û ji Armancê ra du xeber hazir kirin. Çavkaniya xeberên me telewîzyon û rojnameyên tirkî ne. Em her roj rojnameyekê, du rojnameyan dikirin û xebera jê çêdikin.
Berî ez rojnameyê bikirim lê dinêrim, di kîjanê da xeberên ez muhîm dibînin hebin wê dikirim.
1996-03-02
Refîq Karakoç hatiye Stockholmê. Saet di 12.00a da li
Tenstayê civînek çêkir.
Ez jî çûm civînê.
Li ser kar û barên partiya nuh ava
dikin hin agahdarî da, qala xebatên xwe kir.
Ez bawer dikim li dora 100 kesî hatibû gudarîya wî. Bi kurmancî peyivî. Li gorî
ku zaza ye kurmancîya wî baş bû.
Got partiya emê ava bikin ewê ne partiyeke kurdî be; ewê partiyeke Tirkiyê be.
Yanî ewê partiya kurdan û tirkan be.
Di civînê da ez jî peyivîm.
Ji bo pêşketin û xurtbûna şiûrê netewî dibê kurd partiyên xwe, dezgehên xwe yên netewî ava bikin. Ji bo ku em bibin xwediyê perspektîfeke millî dibê di her warê jiyanê em dezgehên xwe ava bikin. Partiya kurd û tirkan şaş e, li zirara me ye.
Lê wî ev fikrê min rast nedît, got gava em bi tirkan ra partiyê ava bikin ewê bêtir feydeyê bigihîne doza me. Lê em ne li dij in hinekên din partiyeke wiha ava bikin.
Piştî civîn qediya em ezimandin şîvê. Em çûn aşxaneya Seîd Aydogmûş.
Bi texmîna li dora 40-50 kesî ezimandibûn. Li aşxanê jî min pirsek jê kir, lê bersîvek zelal neda. Min got madem hûn partiyeke mişterek diparêzin çima hûn naçin tevî partiya nuh ava bûye nabin, partiyeke din ava dikin?
Û tevlênebûna we gelo ji ber sebebên îdeolojîk û siyasî ye, ya jî ji ber hin kêmasiyên praktîk in, ya jî sebebekî din heye? Bir û anî, bir û anî lê bersîvek zelal neda.
Tiştê min fêm kir dixwazin rişma partiyê di destê wan da be, erê bi nav partiyeke mişterek be, lê di praktîkê da partiya wan be.
2002-03-02
Merheba!
Heyder (Heyder Otlu), esas divê ez alîkariya wan nekim, ji ber ku wan heta nuha ne mejasa min
weşandin, ne jî navê min xistin nav kesên piştgir. Lê li gel vê jî ezê
alîkariya wan bikim.
Tu ji min ra nivîsa ku ewê were wergerandin bişîne ezê wergerînim. Û heta kînga
divê biqede û têkeve destê wan ji min ra diyar bike.
Gelek silav
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar