Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-03
Qatilên Palme hîn nehatiye girtin. Ev yek meriv pir nerehet dike. Bîna her kesî
teng e. Li kuçeyan, di trên û otobozan da swêdî di bin çavan ra li xerîban
dinêrin, ya jî ez wer his dikim. Di hundurê min da tirsek heye.
Konsolosê Swêd ê Bonnê dibêje piştî kuştina Palme bi sê saetan yekî telefon kir, got me(RAFê)Olof Palme kuşt.
Hêvî dikim ew bin, bira ji me dûr bin kî dibe bira bibe.
XXX
1987-03-03
Çûm mala Mûrad Ciwan, nivîsên li ba min bûn min giş teslîmî wî kirin. Ewê lê binêre, kontrol bike. Em herdu nivîsên Armancê kontrol dikin.
XXX
2001-03-03
Min ji hevalê xwe yê qedîm Salim Çelîker nameyek pir xweş girt.
Li mektebê mamoste gotiye hevalekî xwe bide naskirin, wî jî ez dame naskirin.
Teksta îngilîzî jî ji min ra şandiye. Mala camêr ava be, pir kêfxweş bûm.
Ev jî bersîva min e.
Salim, birayê min ê delal, gelek sipas ji bo nameya te ya mişt
pesin. Lê ya xerab, min feqîrê Xwedê nikanîbû bixwenda. Axirê mala Azda ava be,
ji min ra xwend. Got bavo viya têke malpera xwe. Min got, ne weleh divê ez bikim
belavok û belav bikim, bira kurd bibînin ku bavê te çi ”xatibekî bêhempa” ye…:))
Te hewqasî xweş kiribû, hewqasî bi cî û war kiribû, tu nema ku ez jî bawer
bikim...
Rica min ji te, tu yê careke din çewtiyeke wiha nekî û min pê nehesînî, jixwe berê ez ne temam im, ezê ji xwe ra belayê vekim...
Nuha jî em werin ser hewadîsên li Stockholmê. Li vir tiştekî
înteresantê ku ji te ra binivîsînim nayê bîra min. Enstîtuya apociyan îro û
sibe li ser penaberên bi gemiyan direvin Ewrûpayê civînekê çêdikin.
Gelek kes ewê beşdar bibin, Mûrad jî beşdar dibe.
Ban min jî kirin, min nikanîbû herimê.
Wê rojê dîsa li Enstîtiyê Xelat dan sê kovaran(VATE, Azadiya Welat û yeka
Soranî) Xelata wan serê kovarê 5000 kr. bû.
Tu zanî ji serê salê û virda ye Swêd serokatiya Yekîtiya
Ewrûpayê(YE) dike.
Di bin însîyatîfa Mehmet Şahîn da ewê li vir çend civînên agahdariyê çêkin.
Heta nuha di bin navê însîyatîfa ronakbîran da du sê beyan derxistin.
Ez jî di platformê da me. Helbet ne bi hawakî aktîf. Lê tiştên xwe ji min ra jî
dişînin, ez jî îmze dikim.
Ewê Akin Birdal, Ferîdun Celik û gelek kesên din bînin Swêd ji bo hin civîn û
têkiliyan.
Yanî bi kurtî yên dixebitin dîsa ew in.
Mûrad Ciwan hîn dixwîne û li gor gotina wî heta nuha di
sinifê da nemaye.
Wek te jî gotiye, rewşa Tirkiyê him di warê aborî da, him jî
di warê siyasî da pir û pir xerab e. Dîsa dest bi revandin û kuştinan kirine.
Di vê meha dawî da li dora 12 kesan revandine ya jî kuştine.
Wê rojê ji Stenbolê, ji malekê du law û bavê wan bi şev rakirine û birine.
Lê wek hertim înkar dikin û dibêjin haya me jê tuneye. Li hember van êrîşan kurd
natirsin û baş li ber xwe didin.
Lê hêza wan tenê têrê nake.
Li Tirkiyê tu muxalefet tuneye. Lê îhtîmal e ji nuha û pêve hin tişt bibin.
Çimkî piştî vê krîza dawî ji %40 perê Tirk hat dewaule kirin û zem jî her
berdewam in.
Nuha xwe diavêjin bextê Emerîkayê, dibêjin zû me xelas bikin.
Yanî hêdî hêdî dibin wek eyaleteke Emerîka. Çimkî tam teslîmî Emerîkayê bûne.
Bê guman ev teslîmbûna wan dikane ji bo me baş be. Yanî dema zeîf bin ewê
nikanibin li hember siyaseta Emerîkayî derkevin.
Îcar helbet divê Emerîka jî xêra me bixwaze.
Ez a nuha bi birayê xwe yê li Mêrsînê ra peyivîm, got îro bi hezarn însan li
ber deriyê Banqa Zîraatê kom bûn, perên xwe, meaşên xwe dixwestin, lê banqê
gotiye pere tuneye.
Tiştekî din yê balkêş ji te ra bibêjim. Lewendî do ji min ra
qal kir. Diçe Nord Bankinê ku 350î dolarî bişîne Diyarbekrê.
Lê Banqe dibêje rewşa Tirkiyê pir xerab e, em nikanin garantiyê bidin te ku ewê
perê te here bigihîje ciyê xwe. Û banqe pera naşîne, dibêje em vê mesuliyetê
nagrin ser xwe.
De îcar ji xwe ra bifikire ku Tirkiye ketiye ci halî û ji derva çawa xuya ye.
Hinekî jî ji te ra qala hevalê Mistefa(Riza Polat) bikim. Li
gor agahdariya hemşeriyê te Fexrî(dibêje Mistefa bi xwe jê ra gotiye), jê ra
herwqas qurban şerjê kirine ku li Wanê pez nemaye, ji mcbûrî çûne ji Îranê
anîne. Bi sedan erebe çûne pêrgî wî. Nuha li Stenbolê ye.
Nuha tiştekî din nayê bîra min.
Gelek silavan li xanima te dikim û bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
2002-03-03
Mamoste, Hesen Polat
Va ye ez ji te ra çend lînkan dişînim. Erê min hinekî bi derengî xist lê tişt nabe, bide kalbûna min. Erê nuha tu xort î, gelşeke te ya wiha tuneye, lê ewê roj were tu yê jî wek min kal bibî, wê demê tu yê bibînî ku meriv çawa hiş berdide!
Dibîjin "bira avis be, bira bi derengî be."
Viya jî wer qebûl bike.
Di Avesta da nivîsek min heye, heger rojekê wexta te çêbû tu
dikanî lê binêrî.
Silav
Zinarê Xamo
XXX
2002-03-03
Ji Heyder Otlu ra
Heyder,
Ji wan nivîsên te ji min ra şandine ez kanim yekê
wergerînim; nivîsa ji rektorên unîversîteyan ra hatiye şandin. Nivîsa ji TBMMê
ra(Meclîsa Tirkiyê ra) hatiye nivîsîn bide yekî din. Dûra, dema wexta min çê bû
ezê dîsa alîkariya wan bikim.
Û ji bo min jî tu daxwaz û ricayê ji wan neke. Wer xuya ye
kesên berpirsiyarê vê malperê ya derdekî wan bi min ra heye, ya jî referansa
min ya li ba wan ne baş e.
Berî viya bi çend rojan min nameyeke dawî ji wan ra şandibû û gotibû heger hûn
bersîvê nedin vê nameya min jî ezê li ser vê şêla we binivîsim. Bersîveke
beradayî dane min.
Lê rica min ji te ji bo min tu tiştî ji wan nexwaze.
silav
Zinar
XXX
1999-03-03
*Di mesela Abdullah Ocalan da tu bûyer ya jî pêşketineke mezin û nuh
tuneye. Di van rojên dawî da tirkan siyaseta xwe guherandine, zêde qal nakin.
Diyar e naxwazin zêde aktuel bihêlin. Lê êrîşên xwe yên li hember kurdan pirr
pêş da birine, heta nuha ji du hezarî zêdetir însan girtine bin çavan.
Wê rojê partiya Şerefettîn jî girtin. Tiştê xuya ye ewê HADEPê jî bigrin.
*Ji roja Abullah Ocalan revandine û vir da min qet dest
nedaye wergera destê xwe, pênc rûpel mabûn, ne ev felaketa bûya nuha min ji
zûde qedandibû û teslîmî Firat Cewerî kiribû. Lê piştî girtina Evdila min hîn
dest nedayê…
XXX
2019-03-03
Wahdet Uçar xanimê ji bo xwendina li Swêd ji min alîkarî xwestiye,
gotiye ji bo hatina Ewrûpayê mafê eresmûsê girtiye, dixwaze were li Swêd li
zanîngehekê bixwîne. Min ev bersîv dayê
Merheba! Wahdet xanim, gelek spas ji bo vê baweriyê û hêvîyê. Wahdest xanim,
xwezî min nuha bikanîbûya bersîva van pirsên te û vê daxwaza te bida.
Rast e, ez li Swêd dijîm lê belê ez ne merivekî xwendekar û akamîsyen im, min li Swêd zanîngeh nexwend.
Ez merivekî karkir bûm û nuha jî teqawid im. Yanî tu têkiliyên min bi sîstema zanîngehan ra tuneye, ez nizanim çawa dixebitin. Lê ji bo xatirê te ezê ji hin hevalên vê meselê zanin bipirsim û dû ra te jê agahdar bikim.
Tiştê ez zanim meriv di înternetê da kane têkeve malperên zanîngehên Swêd yên Stockholmê, Uppsalayê, Lundê û Göteborgê û şertên miracetê fêr bibe, pirsan ji wan bike. Ya jî meriv kane bi riya Sefareta(konsulê)Swêd yê Anqerê û Stenbolê şertên miracaetê fêr bibe.
Li zanîngeha te mamosteyekî bi navê Malmîsanij(Mehmet Tayfun)heye, hevalê min e, gelekî li vir maye. Belkî ew van tiştan baş zanibe, tu kanî ji wî jî bipirsî.
Tiştê ez nuha ji te ra bibêjim ev e. Bimîne di nava xêr û xweşiyê da û hêvî dikim tu bi ser kevî…
Zinarê Xamo Stockolm 2019-03-03
Roja din min ev agahî jê ra şand:
Min ji hevalekî pirsî, got bira bi Zanîngeha Uppsalayê
(Uppsala
Universitet)ra têkeve têkiliyê. Ez lînka Zanîngeha Bilind û ya
Zanîngeha Uppsalayê ji te ra dişînim. Di malperên wan da hemû
înformasyon hene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar