03 mars 2022

Leşkerî

Yê zabit ji hevalê xwe ra got:

-Piştî 40 salî min fêm kir jiyana leşkeriyê ne li gorî min e.

Hevalê wî got:

-Ê dema te fêm kir te çi kir?

-Min tiştek ne kir, êdî pir dereng bû. Çimkî ez bûbûm general.

 

Daxwaz

Diya lawikê biçûk wê êvarê ne li mal bû, diya xwe dabû ber lawê xwe. Bi şev wexta raketina lîwik hat. Pîrê lawik bi delalî kir himêza xwe, bir xist nav nivîna û dest bi tepandinê û nuhurandinê kir. Yek qedandin, yeka din bi ser xist. Ew qedandin, dest bi yeka din kir.

Lîwik hew debar kir, jê ra got:

-Pîrê, ji bo xatirê Xwedê bes binuhurîne, bihêle ez ji xwe ra rakevim...

 

Tahsîl û toz

Xanima malê ban keçika xizmetkar kir, bi xeyd jê ra got:

-Maneya vê çi ye Zînê? Hela carê bala xwe bide vê toza ser masê, ez kanim navê xwe li ser binivîsînim.

Keçikê got:

-Tahsîl tiştekî din e ezbenî...

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE