03 mars 2022

Ev xemsariya kurdan ne karê aqil e !

Hin kurd di mesela paşnavên tirkî yên gelkî ne xweş û bîna irqçîtiya tirkî jê difûrin xemsariyê dikin, paşnavên xwe yên gelkî ne xweş û pantirkîst naguherin.
Wek kurd meriv çawa kane bi paşnavê "Turk, Ozturk, Turkoglu, Turkdogan" bijî meriv fêm nake. Meriv çawa pê nerehet nabe ?

Berê bêhaya me ew paşnav li me kiribin jî meriv kane biguhere, tu kes ne mecbûr e heta û heta wan paşnavên tirkî yên ne xweş li ser xwe bihêle.

Paşnavên wek ”Turk, Asîlturk, Ozturk, Turkdogan, Bozkurt, Turkoglu” û hin paşnavên manenexweş dibê meriv biguhere, wan paşnavên tirkî li ser xwe û zarokên xwe nehêle.

 XXX

Medya başûrê Kurdistanê ya kurmancî zimanê me yê şîrîn lewitandiye. Kurdistan24ê gotiye,”Mesrûr Barzanî îro 3ê Adara 2022an di demjimêr 11:00 de konferanseke rojnamevî li dar dixe û tê de ronahiyê dixe ser pêşhatên dawî yên di derbarê pêwendiyên li gel hikûmeta federalî re.”

Meriv çawa ”ronahiyê dixe ser” ez fêm nakim? Meriv mijarekê dike, zelal dike. lê dişibe çîroka deve, meriv nizane kîjan şaşiyê rast bike. ”Konferansa rojnamevî, pêşhatên dawî” jî şaşiyên ji ”ronahiya dixe ser” nekêmtir in.

XXX

Tirkan careke din nîşan dan ew ne havalê NATOyê û Amerîkayê ne, ew hevalê Pûtîn in.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu gotiye ”ew wek prensîb li dijî ambargoyên li hemberî welata ne, ji bo wê jî ew tevî ambargoya li hemberî Rûsyayê jî nabin.”

Durûtî, sextekarî, fêlbazî îdeolojî û felsefeya wan e, tim bi vî hawî karê xwe meşandine.

Lê dawiya derewan hat, rim di çewêl hilnayê.

Di ambargoya li hemberî Îranê da jî eynî sextekarî kirin, di bin ra karê Îranê meşandin û delaliya xwe ji Îranê girtin.

Îspat kirin ew ne hevalê NATOyê ne, ne havalê Amerîkayê ne, hevalê Îranê ne.

Vê carê jî pûrê wan derket, dîsa nîşanî NATOyê, Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê dan Tirkiye ne hevalê wan e, hevalê Pûtîn e, li hemberî ambargoya li hemberî Rûsyayê ne. 
Ji bo ku Pûtîn ne azirînin, li Sûriyê bimînin ewê her karê Pûtîn di bin ra bimeşînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE