04 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -54-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX

1987-03-04
*Îro çûm qursa soranî. Dixwazim soranî p herfên erebê fêr bibim û soranî rehet bixwînim. Ez soranî fêm dikim, lê axaftina min ne baş e û nikanim rehet bixwînim. Ez dom nakim, esas heger xwe baş bidimê ezê xwendinê jî fêr bibim. 

*Ez çûm komelê, min ji Mihemedê Hekarî ra nivîsên Armancê xwend. Min xwend wî nivîsî. Ez jî carnan dinivîsînim lê ne wek Mihemed.


XXX
1999-03-04

*PKKê beyanek belav kiriye, gotiye kongra xwe ya şeşa çêkiriye û Abdullah Ocalan jî dîsa wek serokê xwe hilbijartine.

*Abûqatiya Ahmed Zekî Okçûoglu îro hat qebûlkirin. Di xeberên Tirkan da gotin Abdullah Ocalan xwestiye Hesîp Kaplan jî bibe abûqatê wî.

*Li Batmanê îro keçikekê çalakiyeke întîxarê çêkir. Bûyer çawa bûye baş nehat eşkerekirin. Lê li gor xeberan keçik miriye û şeş pûlis jî birîndar bûne. Bi îhtîmalek mezin ewê zû pê hesiyabin.

XXX
1996-03-04

Kitêbên Remzî Înanç ji min ra şandine îro hatin. Giş 13 kitêb in. Sê heb kovarên Varlik in, 3-4 heb jî katalogên hin weşanxaneyan in. Yanî 13 kitêb bi 800 kronê Swêdî. Wey kevir bibare !
Ez bi kêf li kitêbên hatine dinêrim û rûpelên wan di ser hev ra diqulibînim. Îcar şandina 800 kronî jî nizanim ewê wê zewqê bide min ya na?


XXX
2018-03-04

Yildiz xanim merheba! Yildiz xanim, do Mahmûd Lewendî ji min ra qala gazinên te kir. Got te gotiye min tu bela sebeb ji hevaltiya xwe derxistiye û bloke(asteng)kiriye.
Ev ne rast e, ne bela sebeb e û tu jî viya zanî. Di nabêna min û te da minaqaşeyeke ne xweş çê bû, te hin peyvên ne xweş ji min ra kirin û lema jî min tu ji hevaltiya xwe derxist.
Tu zanî ji ber ku tu bi kurdî dinivîse çiqasî kêfa min hat û min çiqasî pesnê te da. Me çend caran ji hev ra nivîsî. Lê dû ra mesele nuha nayê bîra min, lê te dilê min hîşt û lema jî min tu ji hevaltiya xwe derxist.
Lê te ew sebeb ji Lewendî ra negotiye, te gotiye bela sebeb min tu asteng kiriye. Ev ne rast e û ez li ciyê rehetiyê, bêyî sebebek hebe kesî ji hevaltiya xwe dernaxim.
Hela jineke kurd ya welatparêz û him jî şair û bi kurdî dinivîse qet ji hevaltiya xwe dernaxim. Min xwest astengiyê rakim lê min nikanîbû, ez ji heq derneketim.
Ez nizanim meriv çawa radike. Bi rêya Facebookê min nikanîbû xwe bigîhanda te, lema ez vê mesajê bi twittê ra dişînim.
Bi silavên birayê
Zinarê Xamo

XXX
Yildiz Çakar:
2018-03-04

Silav. Mixabin te ez belesebe asteng kirime. Ebeden min ser navê te tu gotineke nekiri ye.
Te ji min re heqeretê xwe kir û tu çû. Min derbarê jinikek a seroka penê tiştek parve kiribû di rûpela xwe de. Tu hatî di binê nivîsa min de te got "wa yildiz tu çawa piştgiriya vê xanimê dikî".
Halbûkî bernama penê du roj bû. Ez çúbûm a yekî û haya min ji bûyerê roja din tune bû. Hîn min hay ji meselê çêbû te him gotinên xwe kir him jî te ez blokè kirim.
Helbet mesela qerejdaxê bû ji ber ku ez çûvî me gotin hat ser gotine navê te jî behs bû min jî mijarê got.
Û mixabin dewlet facboka min girtiye. Kengî ezê a núh vekim nizanim.
Lê dibe ku ez gotinèn hişk bikim lê ez tu car neheqiyan nakim. Wer xûya dike ku muhtemel gotinen min ên ji hinekên din te girtiye ser xwe.
Eger min ji te re gotinek kiriba min eşkere digot erê min ev gotin kiriye. Lê derbarê te de yek peyv devê min de derneketiye.

4 mars 2018 9:55 fm

Û qerejdaxî kêm in, loma jî bila du gotinên te zêde bin tiştek nabe. 
Silav û rêz..

2018-03-04
XXX

Careke din merheba Yildiz xanim. Xwezî ew nivîsên me nuha hebûna. Te gotinên wê jinikê yên ne xweş parast û te ez rexne kirim.
Yanî aciziya min ne belasebeb bû. Tu kanî bibêjî ez neheq bûm, lê sebebekî vê dilmayina min hebû. Te ji Lewendî da ra qala vê bûyerê nekiribû.
Lê neyse, guh medê, di dilê min da ciyê te her wek berê ye. Ji bo min ya muhîm şêla te ya siyasî û îdeolojîk e, tu li dijî min bî jî ev yek hezkirina min kêm nake FBa xwe çêke û daxwaza hevaltiyê bişîne. Ez di twîttê da te taqîb dikim.
Û ji ber tiştê hat serê te û kesên wek te jî bi qasî te pê diêşim û xemgîn im. Ji ber ku piştî 37 sala in sirgûn, trajediya min bû qedera te jî pir li ber ketim. Lê wer xuya ye heta em bindest û bêwelat bin sirgûn ewê tim para me û qedera me be. Gelek silavên biratiyê ji keça qerejdaxî ra

2018-03-04
XXX

 

Yildiz Çakar:
Bizanibe ez ji te hezdikim. Rojek derfeta min çêbe ezê werim aliyê we. Wê çaxê ezê bixwazim te bibînim. Ez ji te aciz nabim vê bizanibe. Mixabin jiyan li vir bo min pir zehmet e. Ev salek bû bêmalim. Li vir kes alikariya kesî jî nake. Weke diya min dibêje "tu caris î" Ewê van rojana qey biqedin. Pêşerojê wê tiştên xweş çêbin. Hêvîya min pir heye bo pêjerojê. Emê hemû vegerin.. Careke din silav û hezkirin ji axa qerejdaxê...

4 mars 2018 10:55 fm

XXX

Spas ji bo gotinên dostane. Jiyana dîasporayê destpêkê pir zor e, xerîbî, sirgûn dibe wek kerasekî ji êgir. Gava tu vi rda hatî helbet tu yê min bibînî. Ezê te li Stockholmê bigerînim. Heger nuha hewcedariya te bi alîkariyeke madaî heye ji min ra bibêje, tiştê ji destê min were ezê bi kêfxweşî bikim. Fedî neke bibêje. Emê rojên xweş bibînin.
Zinarê Xamo

4 mars 2018 11:22 fm

XXX

Gelek sipas.
Saxiya can dixwazim..
Yildiz Çakar

4 mars 2018 2:30 em
XXX

Axir dibê tu bizanî, roja tu ketî tengasiyê bizanibe birayekî te li Swêd heye.
Zinarê Xamo

2018-03-04

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar