04 mars 2022

Pûtîn çavên xwe berra tevayîya Ûkraynayê daye

Serokê Rûsyayê Pûtîn nêta xwe ya rastîn îro eşkere kir, got ”ûkraynî û rûs yek milet e û welatekî bi navê Ûkrayna tune ye. Ûkraynî rûs in û bêhemdî riya xwe şaş kirine.”
Lema jî mêrik dibêje Ûkrayna ya me ye.

Wele tirk jî ji me ra dibêjin em "yek milet in", hûn kurd tirkên çiya ne, em jî tirkên bajaran in. Pûtîn jî dixwaze ûkrayniyan bi tank û topan bike rûs.

Yanî mesela Qirmê û Donbasê demagojî bû, hedefa wî ji destpêkê girtina Ûkranyayê bi tevayî bû, di axaftina xwe ya îro da ev hedefa xwe eşkere kir.

Jixwe hedefa Pûtîn tu carî ne girtina Qirimê û herêma Donbas tenê bû.

Heger hedefa wî girtina Qirimê, Donestkê, Lûhanskê û herêma Donbas tenê bûya, berî şer jixwe serxwebûna Donestkê û Lûhanskê nas kiribû û Qirim jî 8 sal berê girtibû.

Yanî ne hewceyî vî şerê malwêran bû.

Lê îro got miletekî bi navê ûkraynî tune û Ûkranya jî erdê me ye.

Dawiya derew û demagojiyê hat, hedefa xwe eşkere kir.

 

XXX

Herb bêyî xerekarinê, kuştinê, perîşaniyê, malwêraniyê bi kêrî tiştekî din nayê. Tu aliyekî herbê yê baş tune ye. Merivên baqil gelşên xwe ne bi darê zorê, ne bi şer, bi dîyalogê çareser dikin.

Diyar e Pûtîn û ûrisan ji herdu Şerên Cîhanê ders û ibret negirtine. Heger ders û ibret girtibûna ev felaketa nedianîn serê Ûkraynayê û miletê xwe.

Destpêkirina herbê rehet e, meriv êrîş dike û şer dest pê dike, lê sekinandina herbê pir zor e. Ya Rûsya û Ûkraynayê jî wisa ye, kes nizane ewê here bigihîje ku û kînga biqede.

Mesûl û sûcdarê vê bobelata mezin Pûtîn e, hukûmeta ûris e.

 

XXX

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê gotiye ”me zirareke pir mezin daye artêşa Ûkraynayê. Me 1612 cihên leşkerî wêrtan kirine.”

Zirareke mezin dane artêşa Ûkranyayê, yanî bi hezaran însan kuştine û bi hezaran avahî jî wêran kirine û viya jî wek serketinekê dibînin.

Dibê meriv bi kuştina bi hezaran însanî kêfxweû û serbilind nebe, ev barbarî ye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE