05 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -55-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-03-05

Çûm Kurdistan Pressê, min nivîsên Armanê kontrol kir.

Li ser civîna ewê li KOMKARê çê bibe Heyder Diljen bi Saîd Aydogmuş ra peyivîye. Tiştê Heyder ji min ra got hevdu hinekî êşandine. Heyder dibêje gerek em bi KÎPê ra kar bikin, ji ruyê KÎPê ji xebat û platforman venekişin. Ez jî di wê fikrê da me, lê Seîd li dij e.
Seîd telefonî min kir, emê sibe saet di 12-30î da li bajêr hevdu bibînin.

XXX
1999-03-05


*Civîna Komîta Aştî li Enstîtuya Kurdî ya apociyan hebû, ez çûm civînê. Ji milet ra karên heta nuha ji bo Abdullah Ocalan kiribûn qal kirin û milet jî dîtin û pêşniyarên xwe got.

Ev cara pêşî bû ez beşdarî civîna Komîta Aştî dibûm. Piştî min li wan guhdarî kir, bi min wer hat kar sist dimeşe. Lê nasekinin, çi ji dest wan tê dikin.

*Mîrhem Yîgît ji min ra got ew 33 kesên ku li dijî Abdullah belavokek belav kiribûn beyanek derxistine. Min bi xwe ne bihîstibû ku tiştekî wiha Htiye belavkirin.

*Li hember waliyê Çankiriyê îro sabotajeke bi bombe pêkanîn, sê kes mirin, walî jî giran birîndar bû.

*Sê hejmarên dawî yên Azadiya Welat min ji Enstîtuyê girtin, ew nivîsa min ji wan re şandibû hîn neweşandine. Dibe ku neweşînin jî.
Min nivîs ji Heyder Otlu ra þandibû ji bo ku ew jî bi faksê ji wan ra bişîne.
Min îro ji heyder pirs kir, got min heftak berê şandiye, yanî pirr dereng şandiye. Lema jî ne mimkûn e di van hejmarên min îro kirî da hebûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar