05 mars 2022

Zilamê Erdogan gotiye NATO qansêr e

Ethem Sancak erebekî milyarder e, zilamekî Erdogan ê pir sadiq e. Meriv kane bibêje qasa Erdogan ya bi dizî ye. Ji bo Erdogan ew zengîn kiriye, got ”dilê wî ketiye Erdogan.”

A vî evîndarê Erdogan li Moskowayê di telewîzyoneka rûsî  da dagirkirina Ûkraynayê parastiye, gotiye:

”Di mesela Rûsya-Ûkraynayê da sûcdar NATO ye. NATO ji berê da qansêr e, girêk e, tumor e. Yê piştgiriya terorîstan kir, di sala 2016a da xwest darbeyeke leşkerî bike NATO ye.
Welatên Rojava çi ambargoyê deynin ser Rûsyayê jî serokatiya Tirkiyê ewê tevî ambargoya nebe.


Çimkî ev yek ewê zirarê bide Tirkiyê. Çimkî di pêşerojê da mitefikê Tirkiyê yê sitratejêk Rûsya ye. Heger Rûsya bikeve Tirkiye jî ewê bikeve, Tirkiye ewê perçe bibe. Rewşke eksê wê jî, heger Tirkiye bikeve Rûsya jî ewê bikeve."

Ev dîtinên Ethem Sancak yên li ser NATO, Amerîka û welatên Rojava ne yên şexsî wî tenê ye, dîtinên Erdogan û hukûmeta AKPê ye jî, ew jî wek Ethem Sancak difikirin.

Jixwe Ethem Sanacak delalê Erdogan e, fikên wî dubare kiriye, bi zanetî tiştên li gorî dilê Erdogan û ûrisan gotiye ji bo ku herdu aliyan jî baş bidoşe, hin îhaleyên nuh û hîn mezintir bidinê.

XXX

Ne şert e her gotina, her fikrê meriv şaş dibîne miheqeq êrîşê bibe ser, fikrê xwe li ser bibêje.

Carnan hevalê meriv, carnan jî meriv kane tiştên şaş bibêje û biparêze. Merivên herî jîr, herî baqil jî carna tiştên şaş dibêjin. Kesê bêqusûr, tu carî şaşiyê neke tune ye.

Dibê meriv li hemberî dost û hevalê xwe ne bêwefa be, dostî û hevaltiya xwe ya salan ji bo gotineka li gorî meriv şaş xera neke.

Ya muhîm tiştê meriv şaş dît jê ra li çepika nexe, nebe mirîdê tu kesî. Fikrê xwe bibêje, lê bi rengekî dilê hevalê xwe nehêle.

 

XXX

Tirkan di 100 salî da tarîxa me serobonî û em jî pûç kirin û berdan dera hanê.

Gelek kovar û rojnameyên Amerîkî û Ewrûpî di nabêna salên 1919-1920a da dema qala Enwer Paşayê serokê Îtîhatçiyan kirine jê ra gotine ”Qiralê Kurdistanê” ya jî ”Qiralê Kurd” !

Yanî kurd û Kurdistan wê demê hewqasî bi nav û deng bûne, Enwar Paşayê Îtîhatçî jî ne bi tirkan, bi kurdan û bi Kurdistanê pesnê xwe daye, xwe wek Qiralê Kurdistanê dîtiye. Ya jî heger emerîkiyan û ewrûpiyan bi nêneteke xerab gotibin jî wî îtîraz nekiriye.

Tirk nuha nahêlin kes navê Kurdistanê bigre devê xwe, hin tirsonek û cahilên me jî li gorî dilê tirkan hereket, ew jî ji bikaranîna navê Kurdistanê îmtîna dikin.

Nivîsa Baran Zeydanlioglu ya li ser vê meselê di malpera Bîtlîsnameyê da ye. Min ev risim jî ji wê nivîsê girtiye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE