28 februari 2022

Nîşana pîrbûnê

Yekî ji derdê hêrsokiya xanima xwe ketibû êlemanê, derdê xwe ji hevalê xwe ra got, dûra jî pirsî:

-Ma tuxtor hêrsokiya(esabîyeta) xanima te tedawî kir ya na?

Hevalê wî got:

-Erê, nuha pir baş e.

Mêrik got:

-Çawa, çi kir?

-Tuxtor jê ra gotiye hêrs/esabîyet nîşana pîrbûnê ye. Ji wê rojê da ye bûye milyaket, hêrs, mêrs pê ra nemaye.

 

Sitran

Yekî ji hevalê xwe ra got:

-Min bihîst xanima te dixwaze here qursa pîyonayê, lê te nehîştiye, te gotiye here qursa flûtê.

Mêrik got:

-Rast e.

Hevalê wî got:

-Ji bo çi ? Bi ya min pîyano baştir e.

Mêrik got:

-Qey te hîn fêm nekiriye ? Heger li flûtê xwe ewê nikanibe bistirê, ezê ji gudarîkirina dengê wê xelas bibim.

 

Nifşê nuh

Keçika biçûk bi dengekî bilind ban diya xwe kir, got:

-Dayê, te dît wazoyek me ya pir kevn, malê çîn hebû. Te do êvarî nîşanî min da, te got wazoyeke pir bi qîmet e, ev 300 sal in ji nifşekî teslîmî nifşekî din dibe.

Diya wê got:

-Erê, çima çi bûye?

-Ez ditirsim nifşê nuh ew xistibe, bûbe nifşê dawî, êdî ji nifşekî din ra nemîne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE