Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-28
Îro hinekî westiyayî me. Wek her roj piştî kar dîsa min berê xwe da komelê.
Xwediyê çapxanê berî min kovar anîbû komelê. Zîya Avcî û Mihemedê Hekarî
nivîsên Armancê dinivîsîn.
Mûrad Ciwan û Malmîsanij gotibûn bira Zinar du kovaran bîne û were mala Mûrad.
Min sê kovar, dudu wan ra, yek ji xwe ra kirin çentê xwe û bi rêketim. Ew jî,
ez jî bi çapbûna Roja Nû pir şa bûn, wek ji meriv ra zarok çê bibe.
Di vegerê da li T-Centralê ez li ser benkekê rûniştibûm li bende metroyê bûm. Roja Nû di destê min da bû, min pêşgotina wê dixwend. Min hew dît Mahmûd Baksî di ber min ra derbas bû.
Yekî din jî pê ra bû, paşê wî ket min, min nas nekir. Min got belkî ez nedîm, min carê, du caran ban kirê lê li min venegeriya. Ya dengê min neçûyê, ya jî nexwest bisekine.
Ji bo ku ez Roja Nû rê bidim min ban kirê. Lê piştî nesekinî ez jî bi dû neketim.
Sibe saet di 09.00a da komgreya Federasyonê heye. Dibê
ez zû rabim herim. Hin haziriyên berî milet were û kongre dest pê bike dibê em
bikin hene.
XXX
1987-02-28
Min û Mecîd Caferî îro hevdu dît. Ji min ra got, "Ahmedê KUK-SEyê hatiye Stockholmê." Min nebihîstibû.
Ez çûm Kurdistan Pressê, min nivîseke Armancê teslîmî wan kir ji bo ku binivîsin.
Min û Rezaq Feylî hevdu dît, em li ser mesela revandina mihendizê tirk peyivîn. Li ser vê meselê hin înformasyon da min. Min li ser vê mijarê ji Armancê ra xeberek hazir kir.
XXX
1988-02-28
Rojnameya Kurdistan Pressê îro ji min ra hat. Yekî ji Tirkiyê nameyek şandiye.
Di nameya xwe d aresmen muxbîriya hevalên me dike. Qala nivîskarekî Kovara
Noktayê dike. Dibêje berpirsiyarekî PÊŞENGê ew anî ba min, xwest bi min r
abipeyive. Lê min jê ra tiştek negot.
Dibêje min dûra bihîst li ser navê min hin tişt nivîsîye. Dibêje berpirsiyarê
PÊŞENGê gotiye viya dostê me ye, piştî cûnta leşkerî hin hêzan kadirên xwe
xistin nav rojnameyên tirkan.
Yanî hevalê me çi jê ra gotiye, giş nivîsîye.
Yekî din jî nivîsîye, gotiye, ”çuqas qûnek, kerxanecî, serxweş, derewçîn, diz
hene hemû bûna siyasetmedar.”
Min telefonî Kurdistan Pressê kir, Abid Gurses bersîv da. Min ev herdu mesele
jê ra gotin. Min got dibê hûn tiştên wiha çap nekin, mêrik ji xelkê ra gotiye
”qûnek, kerxanecî”.
Abid got me tiştekî çewt nekiriye, ”bira bibêje, ma em qûnek in em bigrin ser
xwe?”
Min got dibê meriv bi vî zimanî li siyasetmedaran hqaretê neke, ne rast e. Dema
yek ji meriv ra bibêje ”qûnek, kerxanejî” dibê meriv xwe neqeherîne, bibêje em
ne qûnek û kerxanecî me.
Kenîya, got kez Zinar dev jê berde, tişt nabe. Me li hev nekir,
XXX
1996-02-28
Sosyaldemokratan ji bo bîranîna 10 saliya Olof Palme û li
dijî rasîzmê îro meşek çêkirin.
Haya min ji meşê tunebû. Ez çûm çarşiyê, min çend kitêb kirîn. Bi rê ve rastî
Salim Çelîker, Keya Îzol û Nafî Çilgin hatim. Gotin saet di 18.30î da meş heye,
em diherin meşê. Em bi hev ra çûn tevî meşê bûn.
Salim û Nafî jî wek Eyûb û Wîldan gotin rast e, li Kuridistanê pêşketina kapîtalîzmê ji bo şiyarbûna kurdan pir baş e.
Salim got, kurd mekteban dixwînin, fêrî ilmê pozîtîf dibin, dinyayê nas dikin. Heger ne kapîtalîzm be emê cahil û nezan bimînin û ewê bi însanan ra şiûrekî millî jî çênebe.
Her çiqas min got ji ber ku dewlet ne ya me ye kapîtalîzm bi xwe ra bazaraka millî, burjuwaziyê millî, ziman û kultureke mişterek û millî çênake. Bi pêşketina kapîtalîzmê ra bi milyonan kurd asîmîle bûne û yên mane jî bi lez asîmîle dibin. Dibê meriv vî aliyê negatîf jî bibîne, lê pere nekir, ev argumenta min neket serê herduyan jî.
Herduyan jî gotin bi pêşketina kapîtalîzmê em dixwînin û medenîyet bi pêş dikeve.
Fena ku xwendin û nivîsandin berî kapîtalîzmê tunebû.
Min digot ez nabêjim pêşektina kapîtalîzmê hertim û li her derê xerab e, ji bo dinyayê helbet pêşketineke baş e. Lê me kurdan li Kurdistanê asîmîle dike, entegreyî Tirkiyê dike, sinifên millî çênekiriye, dibê meriv vê talûkê jî bibîne.
Welhasil me nexist serê hev, em sedîsed li dijî hev difikirîn.
XXX
1997-02-28
Xwezî li ser "îdentîteta" kurdan jî kitêbên wiha hebûna, me miletê xwe baştir nas bikira.
Yahûdî(cihû)jî wek me bi sedsalan bindest man, di sala 1948a da bûn xwedî dewleteke serbixwe. Lema hestên me û wan di gelek waran da dişibin hev. Em yahûdiyan, serpêhatiyên wan, xebata wan çiqasî baş bizanibin ji bo me hewqasî baş e. Xwezî siyasetmedar û serokên kurdan gişan tarîxa yahûdiyan baş ders kiribûna.
Ez çûm komela apociyan, bîstekê tûniştim û ji wir jî çûm
mitîngê. Feqîran ji roja Abdullah hatiye girtin û vir ve her roj mitîngan
çêdikin, lê medîa Swêd qet cî nadê.
Heger rojekê gotineke baş binivîsînin, pê ra muheqeq du sê tiştên ne baş jî dinivîsînn,
ya xayinekî ya jî ehmeqekî kurd dibînin
û bi devê wî êrîşê dibin ser PKKê, dibêjin vana terorîst in û bi vî hawî
sempatiya li hember kurdan kêm dikin. Welhasil medîa Swêd li hember kurdan
roleke pirr ne baş dilîze. Îro jî di DNê di rûpela “lêdarsîda/sernivîskar” da
nivîseke pirr xirab hebû. Min ji hevalên apociyan ra got divê her kes telefon
bike, protesto bike. Min bi xwe jî kir.
Her sê reyisên belediyan îro hatin berdan. Ev dewlet bi
rastî jî dewleteke bêar e, ji rezîliya xwe tu carî fedî nake. Bi rengekekî
çetewarî û bi qelebalixeke mezin her sê reyis girtin, ele ecele ew tewqîf kirin
û di dema binçaviyê da îşkence jî li wan kirin, gotin di destê me da gelek
delîl hene ku vana tevî civînên PKKê bûne û alîkariya maddî bi wan ra kirine.
Lê derket ortê ne bingeheke van îdîayên wan heye û ne jî di destê wan da tu
delîl hene. Mesele çavbirîne û komplo ye. Lê bi berdana wan hikûmet û bi
taybetî jî Ecevît rezîl bû. Çimkî ne tenê hatin berdan, di eynî wextê da bi
emrê Wezîrê Karê Hundur vegeriyan ser karên xwe jî. Ji bo kurdan ev
serkevtineke.
Bi baweriya min di vê paşdevekişandina wan da rola Ewrûpayê girîng e. Heger wan
bivik nedîtana ez bawer nakim wiha zû ew berdana.
XXX
1984-02-28
Ji Celîlê Celîl ra
Kurdnasê hêja, hogirê delal !
Êvar bû, ji kar dihatim, gelkî westiyayê bûm. Zarokan posta hatibû dirêjî destê
min kirin. Çavê min tavilê bi nameya te ket.
Min ji xwe ra got, ”gur li ku mir ?”
Dûra min ew bi lez vekir û dest bi xwendina wê kir. Min çawa xwend, çend caran
xwend ”alimê xeybê dizane”!
Hogirê hêja, ew berhevoka te bi navê ”Berxvan” ji me ra şandibû min girt.
Hevalan ji bo alîkariya çapkirina wê miracaetî dahîreyên fermî(muesesên resmî,
derên alîkariyê didin)kirin.
Ez bawer dikim di demeke nêz da ewê bersîvekê bidin me. Wê demê ezê te agahdar
bikim.
Ew tiştên te berê şandibûn jî ji berêvkê da tên weşandin.
Heger ez ne şaş bim yên hetanî nuha hatine weşandin ewê ketibin destê te. Yên
mayî jî ewê van rojan bên weşandin û ji te ra bên rêkirin.
Te nameyek ji HÊLÎNÊ ra şandibû û te tê da soz dabû zarokên kurd.
Me ew name di hejmara Hêlînê ya dawî da çap kir. Ew sozên te di nameyê da dabûn
zarokan dibê tu bi cî bînî.
Yanî dibê tu wan kitêbên dersê yên kurdî tavilê bi baskên teyran be jî ji me ra
bişînî.
Te di vê nameya xwe da jî qala wan kitêban kiriye û ji bo şandina wan te
navnîşana hevalekî me yê li wir xwestiye.
Pir mixabin ezê nikanibim tu navnîşanan ji te ra bişînim. Hin kesên nas li wir
hene, ne ku tunene, lê ji wan jî kes nayê vira û nikanin zûtir jî bişînin. Lema
dibê tu wan ji me ra bişîne.
Ez dixwazim li vir tiştekî bibêjim. Bêşik tu ji me ra çi bişînî emê çap bikin û
ji bo vê alîkariya te jî em gelkî sipasdar in.
Lê belê heger tu ji dêlî helbestan ve hin tiştên din, nivîsên li ser dîrokê,
kulturê, zimên ya jî roman, çîrok û hwd. bişînî ewê gelkî baştir be.
Bi taybetî nivîsên li ser dîroka(tarîxa)kurdan û romanan ji bo gelê me îro
gelkî pêwîstir in. Ji bo vê yekê jî tika(rica) me ji te wê nivîsa tarîxê zû
bişîne.
Bi rastî ez bi xwe êdî kevzikî bûm.
Wek însanekî bi rojan birçî li ser sifrê rûne û bi saetan li bende xwarinê be.
Yê min bûye heftxwezî bi halê wî însanê birçî.
Te di nameya xwe da li Malmîsanij pirsiye. Ew nuha li vir
namîne, çûye Fransayê, li Parîsê dimîne. Ewê doktorayê li ser zimanên Rojhilata
Navîn bike. Dibe ku ez vê yekê baş nizanibim, tu dikanî ji Enstîtuya Kurd ra
binivîsîne, ew her tim li wir e. Dema ez pê ra peyivîm ezê jê ra bibêjim.
Hogirê hêja!
Te daxwzek ji min kiriye. Ez bi vê daxwaza te him kêfxweş bûm, him jî fedîkar
bûm. Kêfxweş bûm ji ber ku te ji min daxwazeke wisa kiriye, fedîkar bûm, ji ber
ku nuha nikanim bikirim û ji te ra bişînim.
Lê bi sozê mêrên berê, roja pere têkeve destê min ezê ji te ra bişînim.
Belbî tu jî dizanî li vir makîne(textîlo) gelekî buha ne. Hema yeka îdare bi
2000 kronî ye.
Ya din li vir dîtina yên biherfên(klawiya)tirkî zor e. Lê cardin jî wê her di
bîra min da be.
Ji bo wan herdu rismên te şandine sipas dikim. Di demeke nêz da ezê bi paş da
bişînim.
Bi silavên biratiyê, bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar