27 februari 2022

Tirkiyê jî 7 sal berê Sûr wek Kîevê bi tank û topan wêran kir

Tiştê Rûsya nuha li Ûkranyayê, li Kîevê  dike Tirkiyê 7 sal berê (2/11-15-10/3-16) eynî barbarî li Sûra Diyarbekrê, li Şirnexê, li Cizîrê û li Nisêbînê kir.

Lê kesî jî ji Erdogan ra negot çima tu vê wahşetê dikî?

Ji dawiya sala 2015a hetanî 10ê adara 2016a, 103 rojan artêşa Tirkiyê Sûr daber tank û topan.

Li gorî beyana dewletê ya resmî 279 kurd kuştin. Reqema rast helbet gelkî zêdetir e.


Sûr û 9-10 bajarên din bi tank û topan ji kok da wêran kirin.
Lê ne Pûtîn, ne jî Amerîka û welatên Rojva kesî Erdogan wek Pûtîn rexne nekir, ambargoyên aborî û siyasî dananîn ser Tirkiyê.

Kesî wahşet û qetlîmên Tirkiyê li Sûrê, li Şirnexê, li Cizîrê, li Nisêbînê kirin qet muhîm nedît û ji Erdogan û rejîma wî ra tiştek negot. Her kesî qetlîama Tirkiyê li deh bajarên Kurdistanê kir wek heqekî Tirkiyê dît û lema jî hesab ji Erdogan nehat pirsîn.

Gava ez viya dibêjim, ez nabêjim bira dinya Pûtîn rexne neke, bira kes piştgiriya Ûkraynayê neke. Na ez tiştekî wiha nabêjin, Pûtîn neheq e, bira rexne bikin, bira piştgiriyê bidin gelê Ûkraynayê.

Bi vê numûneyê dixwazim bibêjim dinya me kurdan wek ûkraniyan muhîm nabîne, lema jî li qetlîama me temaşe kirin, ji qatilên me ra tiştek negotin, kes ceza nekirin.

Yanî gerek em kurd baş bizanibin xwîna ûkraniyan li ba Amerîka û Ewrûpayê ji xwîna me kurdan sortir e. Pûtîn sed qatî ji wan xerabtir e.

Ji ber wê jî li Sûrê, li Şirnexê, li Cizîrê, li Nisêbînê, li Efrînê, li Serê Kaniyê li qetlîamên me temaşe kirin, Erdogan wek Pûtîn rexne nekirin.

Lê şêla dinyayê, ya dewletên mezin çiqasî bêexlaqî be jî dibê dîktatorekî wek Pûtîn bi ser nekeve.
Mêrik ji Fînlandiyayê û ji Swêd ra jî got dibê hûn nebin endamên NATOyê, heger hûn bibin, hûnê bedelê wê bidin.
Gefeke wiha li welatên serbixwe ne karê aqil e, axaftina bi zimanê padîşaha ye.

XXX

Herb malwêranî ye, barbarî ye, perîşanî û koçberî ye, wêrankirina bajaran û medenîyetê ye.

Gava meriv dîmenên bajar û avahiyên Ûkranyayê yên hatine bombe kirin dibîne kezeba meriv dişewite. Tirkiyêyê jî li Kobanê, li Sûrê, li Cizîrê, li Şirnexê û li Nisêbînê eynî barbarî kir.

Dîktator dîn in, pir bêûjdan in. Însanan ev bajar, hewqas avahiyên xweşik ji bona bombebarankirinê çênekiribûn. Îro bi hovana bombebaran dikin, bajaran wêran dikin.

Ez ditirsim ev şer pir bajo û fire bigere, ji sînorên Ukrynayê derbas bibe, hin welatên din jî tevê bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE