27 februari 2022

Hezkirin

Jinikê gazinên xwe bi hevala xwe dikir, derdê mêrê xwe jê ra digot:

-Xwişka min, ez nizanim ez çi bikim. Piştî 9 zarokên me çêbûne, mêrê min ji min ra dibêje, min tu carî ji te hez nekiriye!

Hevala wê got:

-Ê şikir bike ku ji te hez nekiriye, heger ji te hez bikira nuha çend zarokên we hebûn !


Silav

Du leşker derketibûn îzna çarşiyê, bi hev ra pîyase dikirin. Qamyonek di ber wan ra derbas bû. Yek hema di cî da sekinî û silav da qamyonê.

Hevalê wî matmayî ma, got:

-Ji bo çi te wiha kir ?

Yê silav da got:

-Ma qey te nedît, li ser General Motors nivîsî bû.

 

Bilindayî

Mêrik dema qala tiştekî dikir tim çavên xwe digirt. Hevalê wî jê ra got:

-Li qusûra min nenêre, ezê tiştekî ji te bipirsim. Dema tu dipeyive çima tu çavên xwe digre?

Mêrik got:

-Ji ber ku ez qala tiştên pir bilind dikim, ji jor da newêrim li jêr binêrim, dewxa min dihere.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE