27 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -49-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-27

Çer min kar qedand ez bi lez çûm çapxaneya Mîlonas, ji bo ku li rewşa Roja Nû binêrim.
Hîn neqedandiye, lê li ber qedandinê ye. Emê sibe ji çapxanê bigrin. Min nusxeyên wê dît, ne xerab e.
Ji ber ku me orjînal çap kiriye hew dibe. Pir kêfxweş û pir bi heyecan im.

Çiqas kovar û kitêbên pkevn hene dibê meriv gişan, bêyî îstîsna gişan çap bike. Kê nivîsî be, li ser çi be dibê meriv gişan ji juh va xweşik çap bike.

XXX
1996-02-27

Wek gelek carn îro jî piştî kar ez çûm aşxana Yilmaz. Bîstekê rûniştim. Dûra Wîldan Tanrikulû û Eyûb Alacabeg jî hatin. Wîldan got min nivîsa te ya li ser diziya Silêman Demir xwendiye. Me hinekî li ser wê sohbet kir.
Li alî din em hinekî jî li ser ”başî û xerabiyên”, li ser ”pêşverûtî û paşverûtiya” kapîtalîzmê peyivîn.

Eyûb û Wîldan digotin kurdên Hekariyê û Şirnexê bi kultur, bi urf, adet û zimanê xwe ji kurdên Diyarbekrê bêtir kurd in.

Lê kurdên Diyarbekrê(bajarî) bi xurtiya şiûrê xwe yê netewî ji kurdên Kekarî û Cizîrê kurdtir in, bêtir millî ne.

Ev yek jî bi pêşketina kapîtalîzmê va girê didan. Digotin kapîtalîzma Hekkariyê û Şirnexê ji ya Diyarbekrê paşdetir e, lema jî şiyrbûna millî li wan deran zeîf e.

Li gorî wan ne kapîtalîzm bûya mesela kurd jî ewê negihîşta vê astê. Bi ya wan pêşketina şiûrê netewî berhema kapîtalîzmê ye.
Min jî got ev dîtin ji bo me çewt e, çimkî kapîtalîzmê li Kurdistanê ji dêlî çêkirina bazareke netewî, kurd entegreyî bazara Tirkiyê kirine, ji dêlî ku zimanekî millî mişterek çêke, kurd asîmîle kirine. Yanî kapîtalîzmê entegrasyon û asîmîlasyona kurdan bi pêş da biye, kurd hekandine, ne ku bêtir kirine kurd.

Heger kurd di demeke nêz da statuyekê, mafekî netwwî yê kollektîf bi dest nexin, seranserê Kurdistanê ewê bibe Entab(Dîlok), Xarpêt, Meletî, Swês û Erzîngan. Lê me li hev nekir.

XXX
1997-02-27

Mîrhem Yîgît do êvarî telefon kiribû ez ne li mal bûm. Min vê êvarê telefonî wî kir.
Got li Îranê nivîskarekî kurd girtine, em dixwazin roja yekşemiyê bi çend kesran ra li Enstîtuya Kurdî civînekê çêkin û bi hev ra beyanekê belav bikin û beyanê bişînin ji Komeleya Nivîskaran û ji hin dezgehên Swêd ra.
Got li alî din jî, bi minasebeta vebûna studyoya telewîzyonê ya nuh emê di 8ê mehê da civîneke sohbetê jî çêkin. Em dixwazin tu jî werî. 
Min got heger ez kanibim ezê werim.

XXX
1999-02-27

*Ji birîndarên leşkerên Îsraîl li Berlînê li ber sefaretxanê birîndar kiribûn yekî din jî îro mir. Yanî hejmara kesên ji alî sîxurên Îsraîl ve hatin kuştin bû çar.

*Libexwedana hevalên PKKê bi hawakî bênabên dom dike. Lê li alî din bêdengiya dunyayê jî her berdewam e.

*Hetanî nuha tu dewletê bi hawakî ciddî ji Tirkiyê ra negotiye çima hûn vê zilm û zorê li kurdan dikin, vê terora nedîtî li hember wan dimeşînin ?

*Ev bêdengiya dunyayê Tirkiyê bêtir çavsorî dike. Li hember vê wahşeta li me dibe û vê bêdengiya dunyayê kurd bêçare û qudûmşikestî ne. Belhazir tu ronahî xwanê nake.

XXX
2011-02-27

Ji Mamoste Nûjen ra

Mamoste, yaho camêr dibêje ne ez im. Li jêr tiştê me ji hev ra nivîsî ye ji te ra dişînim.
Nûrî merheba!
Nûrî, ez di xwazim li şiroveya te ya di Netkurdê ya li ser karîkatorê Mamoste çend gotinan bibêjim. Te ji Mamoste ra gotiye, bi karîkatorê xwe "tu bêexlaqiyê dikî..."
Bi dîtina min ev gotineke ne xweş e, yekî weke te xwenda û bi hunerê ra têkildar dibê berheme hunermendekî weke ”bêexlaqiyê” nebîne.
Dibê li hember dîtinên cuda, rexneyên ne li gor dilê me, meriv bînfireh be û xwe zû aciz neke.
Bêguman weke her tiştî meriv dikane karîkatorên Mamoste jî rexne bike, ev mafê her kesî ye û yê te ye jî. Lê dibê meriv dîtina xwe, fikrê xwe bi gotinên maqûl û edebî bîne zimên, dibê meriv gotinên ne xweş, heqaretê li kesê hunermendan neke.
Wek her nivîsekê, fîlmekî, romanekê, çîrokekê karîkatorek jî dikane ne li gor dilê meriv be, ya jî bi rastî jî hunermend di rexneya xwe da dikane neqeq be jî. Çawa heqê hunermend heye fikrê xwe bi riya berhema xwe bibêje, heqê me ye jî ku em fikrên xwe bi riya rexneyê bibêjin.
Ev rast e û dibê meriv bike.
Ji xwe huner, edebiayt bi vî hawî bi pîş dikeve. Lê dibê meriv rexneya xwe ne bi gotinên ne xweş, bi zimanekî edebî û siyasî bike, weke hin xortên bînteng, asoteng û tênegihîştî heqeretê li xelkê neke.
Min di rexneya te da ev bîntengî û bêtehamulî dît. Rexne bike, bibêje ji ber van, van sebeban tu neheqî, lê nebêje ”bêexlaqî” ye.
Carnan ez di nivîseke xwe da gotineke ne li gor dilê hin kesên apocî dibêjim, pir aciz dibin, ji min ra xeberan didin.
Mamoste hevalekî min ê nêz û kurdekî baş e. Kêfa te dikane ji fikir û karîkatorên wî ra neyê, ev heqê te ye, bes rexneya vê yekê dibê di çarçoveya rexneyê da were kirin û meriv kesê hunermend neêşîne.
Ez vi ya ne tenê ji bo karîkatorê Mamoste, ji bo her tiştê din jî dibêjim.
Temiya min li te, di rexneyên xwe da tu carî gotinên şexsî û heqeretê li kesî neke, fikrên xwe, dîtinên xwe bi termên rexnegiriyê bibêje.
Rexne carnan giran e, ne xweş xuya dike, meriv aciz dike, lê pêwîst e, bêrexne ne însan û nej î civat dikane bi pêş keve.
Çawa ku her fikir ne rast e, bêguman her rexne jî ne rast e. Lê ji bo ku hinek fikir û rexne ne rast in meriv wan qedexe nake...
Bi hêviya bi van dîtinên xwe min tu aciz nekiribe bimîne di xweşiyê da…
Bersîva Nûrî: mamoste slav.min tu jari ne kese ki bé exlak bi nav kiri me ne ji min şirove kiri me mamoste.ez bawer dikim ku şaşi ye ki di wé rewş é de heye..
kijan karikatur mamoste?nayé bir a min ku ez karikaur a tu kesi şirove kirime an na!
kerem a xwe min agahdar bike kijan karikaur e ew da ku ez ji bibinim ew nuri yé ku şirove kiriye ez im an na.. slav u réz Bersîva min:

Nûrî, heger ne tu bî li qusûra min nenêre. Ez lînka karîkator ji te ra dişînim.
Bi navê "ciwan" nivîsîye, min got belkî tu yî...
Lê heger ne tu bî jî hîn baştir e...
Silav

Bersîva Nûrî:
mamoste dibije ku ew malper qedexe ye mixabin wenake lé dibé tu bawerke ku ew ciwan ne ezim.
kisur nine mamoste sipas ji te re ku te lutf kur raman é xwe li ser wi buyeri ji min re got.
bimine dı xeşi yé de.
li gel slavan ciwan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar