Ji zû da bû me xwe nedabû ber rojê. Îro li Stockholmê roj
xweş bû. Berf li erdê, 3-4 derce germ bû. Piştî ez û xanim ji gerrê vegeriyan,
me li hewşê xwe da ber rojê; me qahwa xwe îro li hewşê vexwar.
Li Kîevê însan di zêrzemiyan da perîşan in, di bin topbaran û bombebaranên
Pûtîn da ne.
Li Kurdistanê bi milyonan kurd di çandiran da di halekî perîşan da ne, em jî li
mala xwe rehet rehet qahwa xwe vedixun.
Helbet ev ne edalet e, meriv li herêmeke aram û di nav rehetiyê da be vê
bêedaletiyê di dilê xwe da his dike.
Me qala vê bêedaletiyê kir, em bi vê rewşa dinyayê xemgîn bûn.
Lê tiştek ji destê me nayê. Zaliman, dîktatorên wek Pûtîn û Erdogan dinya herimandine, dinya me kirine planeteka bi tirs û bêhuzûr.
Bi taybetî jî li herêma me, li Ewrûpayê her kes di nav tirs û xofekê da ye, zingîn, feqîr huzûra kesî nemaye. Însan nizanin sibe ewê çi biqewime. Her kes ji dawiya xwe bi fikar e, bi tirs e.
Sebebê vê jî hebûna kesên wek Pûtîn û Erdogan in.
Dîktatorên wiha him dinya kirine planeteke ne ewle, him jî li her dera dinyayê însan bêhuzûr kirine. Hêzên wan, sîlehên di destên wan da ji bo tevayiya dinyayê talûkeyeke mezin e.
Gelê ûris piştgiriya dagirkirina Ûkranyayê nake, bi hezaran
însan li dijî şerxwaziya Pûtîn û hukûmeta xwe daketine kuçe û kolanan Pûtîn û
hukûmeta xwe protesto dikin.
Însanîyet ev e. Li gel ku bi hezaran tên girtin, lê dîsa jî
hukûmetê protesto dikin, li dijî dagirkirina Ûkranyayê derdikevin.
Tirkan dagirkirina Efrînê bi def û zurnê, bi kêf û şahiyê
pîroz kirin. Partiyên tirk, ronakbîrên tirk, hunermendên tirk gişan ji Erdogan
ra li çepikan xistin.
Tirk hîn û hîn jî sedîsed piştgiriyê didin Erdogan û
qetlîamên artêşa xwe, dixwazin Tirkiye seranserê Kurdistana başûr û rojava
dagir bike, kurdan ji welatên wan, ji malên wan derxin û ereban tê da bi cî
bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar