Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-26
Di vî karê minê nuh da îro roja min a sisiya ye. Di van sê
rojan da min dît ku kal û pîr çiqasî tenê ne, hesret in bi însanan ra
bipeyivin.
Wexta me tune ye em li ba wan zêde bimînin, saetên me yên kar diyar in. Dema ew
saet qediya em diherin maleka din.
Lê gava meriv dike here û jê xatir dixwaze, meriv ferq dike naxwazin meriv here
û dîsa di hundur ra bi tenê bimînin.
Bi şev Nafî Çilgin telefonî min kir, got Apociyan li berpirsiyarekî Dev-Yolê xistine, halê wî giran e.
XXX
1996-02-26
Ji ber ku vê heftê dibistan girtî ne(sportlov e)zarok li mal
in. Serhatê me got hutul batil ezê werim ba te, ciyê karê te. Dixwaze ciyê karê
min bibîne. Min got baş e. Diya wî saet di 10.30î da anî ba min.
Gelkî kêfa wî hat, min ew li hundur gerand.
Kêfa personal jî jê ra hat.
Rismekî birayê wî yê biçûk Rojen li ser masa min bû. Ji qeza qudretê ra çima
çavê wî pê neket. Dît ku rismê Rojen heye, yê wî tune ye. Got ez dixwazim rismê
min jî li vir hebe.
Ez hêvî dikim ev hedîse tesîreke xerab lê neke, şopeke ne baş di mejiyê wî da nehêle. Çimkî hin bûyer hene baş ya jî xerab, meriv heta mirinê wan ji bîr nake.
XXX
1997-02-26
Salim Çelîker ji Tikriyê vegeriya. Telefonî min kir, got were qahwaxaneya Cemal Saygili, li wir em hevdu bibînin.
Ez bi bêdilê xwe çûm wir, Salim israr nekira ez nediçûm wir. Wira ne ciyê sohbetê ye, dibê tu ya bi kaxeta bilîzî ya jî bi kevira.
Salim tu kesê siyasî nedîtiye, pir bi temkîn hereket kiriye. Digot jixwe tirseke mezin di dilê xelkê da heye. Yanî wek turîstekî çûye li Stenbolê û li Mêrsînê du hefteyan geriyaye, birayê xwe, diya xwe û çend kesên farqînî dîtine, bi wan ra sohbet kiriye.
Gerra wer jî ne tu gerra, dilê meriv rehet nake...
XXX
1999-02-26
Abûqat Ahme Zekî Okçûoglû li ser hevdîtina xwe ya bi
Abdullah ra îro civîneke presê çêkir. Bi kurtayî got rewşa Abdullah têda ye xerab e, hîn tewqîf nekirine, di bin lê pirsînê da ye, yanî îfada wî
digrin. Ev jî tiştekî bêqanûnî ye.
Got tenê me dikanîbû bîst deqîqan hev û du bidîta û min fersend nedît ku tiştekî
jê bipirsim.
Lê tiştê herî balkêş jî, got di dema hevdîtina me da du kesên bi maske jî tim
li ba me bûn. Ahmed ji hakim ra dibêje mafê van kesan tuneye li ba me bin, divê
ji hundur derkevin. Li ser vê hakim ji wan herdu kesan ra dibêje derkevin. Lê
herdu kesên bi maske dibêjin em bi emrê Erkanî Herb li vir in û naçin.
Dîsa got jiyana me abûqatan bi xwe di tahlûkê da ye, dewlet
li hember me provakasyonan tertîp dike, lema jî heta Emerîka garantiyê nede ez
karê xwe dicemidînim.
Bi kurtayî tiştê meriv ji gotinên Ahmed Okçuoglu derdixe
Abdullah di rewşeke xerab da ye. Li ser vê meselê hevpeyvînek dirêj pê ra
kiribûn. Axaftina bi tirkî pir dirêj e, min wernegerand.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar