25 februari 2022

Bêedaletî û terefgiriya dinyayê cesaretê dide zalimên wek Pûtîn

Di dagirkirina Ûkraynayê da sûcê Neteweyên Yekbûyî, NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê jî heye; çimkî berê hin dîktatorên wek Pûtîn îdare kirin.

Heger Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, mahkimeyên mafên mirovî yên navnetewî, NATO adil bûna, heqnas û bêteref bûna, ji hin zalim û dîktatoran ra çavên xwe negirtana, belkî Pûtîn ewê newêrîbûya êrîşê bibe ser Ûkraynayê, bajaran bombebaran bike, xelkê siwîl bikuje û bi hezaran jî koçber bike.

Heger dema artêşa Tirkiyê Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, li Diyarbekrê Sûr wêran kir û bi sedan însan di malan da, di zêrzemînan da kuştin û şewitandin NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê bêdeng nemana, belkî Pûtîn newêrîbû ev hovîtî bikira.

Heger dema Tirkiyê Efrîn û Serê Kaniyê dagir kir, bi sedan kurd kuştin, Neteweyên Yekbûyî, NATO, dinyaya bêdeng nemana, belkî Pûtîn îro newêrîbû Ûkrayna dagir bikira.

Di vê çavsoriya Pûtîn da sûcê NATOyê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê jî heye, bêdengiya wan a li hemberî Erdogan cesaret da Pûtîn.

Dezgehên min li jor navê wan gotin dibê ferqê nexin nabêna miletên ewrûpî û ne ewrûpî. Dema leşkerên tirk kurd kuştin, dema Kurdistan dagir kirin, dibê bêdeng nemana, Erdogan ceza bikirana.

Lê nekirin, kesî ji Erdogan ra negot çima we 10 bajarên kurdan bi erdê ra tep û dûz kirin, çima we hezar însan bi hovane kuştin, şewitandin ?

Çima we çû li welatekî din bajarên kurdan Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirin?
Çima we bi hezar kurd ji Efrînê, ji Serê Kaniyê bi darê zorê ji malên wan bi çolan xistin?
Neteweyên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê, mahkimeyên mafên mirovî yên navnatewî ne adil in, ne bêterf in, zulm û terora hin dîktatoran îdare dikin, çavên xwe ji zulm û terora hinan ra digrin û ji ya hinekan ra jî nagirin.
Ev cotstandardiya wan cesaretê dide zaliman û êrîşî welatan dikin, welatan dagir dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE