25 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -47-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-25

Îro ez çûm du malan. Yek kalekî hilhilî bû, yek jî pîreka uncûzî bû. Malên wan nêzî hev bûn.
Kal û pîrên swêdî pir şîrîn, pir kibar û nazik in. Meriv dixwaze li ba wan rûne û ji xwe ra li wan gudarî bike.
Ev karê min ji karê berê çêtir e.
Karê berê şirt û paspas di destê min da, min hundur û tuwalet pa dikirin, toz davêt. Di vî karî da ew jî hebe bi însanan ra jî rûdinim û li wan gudarî dikim. Di akrê berê da ev tunebû.

Di vî karî da meriv swêdiyan baştir nas dike. Kal û pîr ji axaftinê hez dikin. Îro me hinekî hevdu nas kir. Min xwarina wan ji aşxanê bir. Me bi hev ra qahwe vexwar.

Min îro ji bo ehlîyetê miraceta xwe şand. Ezê di 11ê adarê da dest bi ajotinê bikim.

XXX
1987-02-25

Ez bi mele Abdulwehab ra çûm Arbetsformedlingenê/ Dahîreya Kar. Me qeyda wî çêkir, li kar digere. Min jê ra tercumanî kir.
Min îro xebera li ser kuştina Ednan Tuysuz nivîsî. Emê di Armancê da biweşînin. Heyfa Ednan bû. Kuştina însanê meriv nas dike bi meriv pir zor tê.

XXX
1996-02-25

Nizanim çima, lê îro ez wek gêja me, destê  min tiştekî nagire. Ne kanim tiştekî binivîsînim, ne jî bi baldarî bixwînim.

Ji zûda ye ez li ser nivîseke Artur Lundkvîst dixebitim, dixwazim wergerînim kurmancî. Min xwest îşev berbî hev bînim, biqedînim, lê min kir nekir, besta min lê venebû, hişê min tim li dereke din bû.
Hesreta welêt carnan ji nişka ve hiş ji serê in dibe, wek marekî xwe li min dipêçe…
XXX
1999-02-25

Îro hin xeberên kêfa meriv bîne hene. Heta nuha medîa Tirkiyê digot Abdullah Ocalan teslîm bûye, nizanim kaseteke vîdeoyê ya poşmaniyê dagirtiye, tê de gazî hevalên xwe dike, dibêje were teslîm bibin. Lê vê êvarê dozgerê(sawciyê) îfada wî girtibû got tu kasêt ya jî beyaneka wî ya poşmaniyê tuneye, heta nuha çi digot nuha jî hema hema wan tiştan dibêje.

Heger tiştê sawcî got rast be, şêla Abdullah baş e, teslîm nebûye û ewê parastineke siyasî bike.
Ez hêvî dikim ewê wiha be. Heger tiştên dozger digot rast bin, yanî Abdullah bi mêranî parastineke siyasî bike, ev yek ewê him wî û him jî kurdan pirr xurt bike; ewê bibe Mandelayê kurdan.

Tirsa milet ya mezin ji dermanan bû, li gor hin psîkîyatir û psîkologan bi dermanan dikanin wî gêj bikin, manewîyata wî bişkînin û bi vî hawî her tiştî pê bidin gotin. Lê dozger di vî warî da tu sinyal neda û got rewşa wî baş e. Lê belê meriv nizane çuqas rast e.

Îro du abûqat, yek Ahmed Zekî Okçûoglû bû, çûn ba wî Abdullah. Lê dîsa wek wê rojê êrîş birin ser abûqatan, xwestin wan lînc bikin.
Heta nuha abûqatan tu beyan nedane, negotin rewşa wî ya sihî û siyasî çawa ye û bi hev ra çi peyivîne ?

Min îro telefonî Rêxistina Efûyê kir, min got hûn çima tiştekî nakin. Xanima berpirsiyar ji min ra qala xebatên xwe yên heta nuha li hember Tirkiyê kirine kir û edresa min girt ji bo ku wan dokumanan ji min re bişîne.


XXX

2002-02-25

Birayê Arslan(Şoreş Reşî)

Min çîrok te bi temamî xwend û heta ku mimkûn bû ji alî gramerê va rast kir. Çîrokeke gelkî xweş e û dibê li derekê bê weşandin.

Ez zêde têkilî ziman û devoka wê nebûm. Ji ber ku bi qasî çîrokê parastina devoka wê jî mihîm e. Helbet ji alî îmla û gramerê gelek tiştên wê ne rast in. Lê ne mihîm e.
Carê berî her tiştî ji bo naskirina devokê ev parastin gelkî grîng e. Heger çîrok te bixwe gotibe, mafê te heye ku tu bi hawê xwe, bi gotinên xwe bibêjî.
Lê ku te çîrok ji devê yekî din girtibe(qeydî kasêtê kiribe) ya jî bi vî hawî ji te ra nivîskî şandibe, wê demê dibê meriv neguhere. Ji bo lêkolînên lenguîstik û tarîxî di tekstên wiha da parastina devokê gelkî grîng e.

Di çîrokê da gotina "artêşê" bala min kişand. Ev gotin gelo di orgînla çîrokê da hebû yan te lê zêde kiriye?
Heger çîrok ji alî yekî din ve hatibe nivîsîn ya jî di kasêtê da hatibe gotin û te ev gotin lê zêde kiribe ne rast e.
Lê ku tu bi vê çîrokê dizanî û te gotiye, wê demê tu dikanî bi gotinên xwe bibêjî. Tu dizanî stranên gelêrî jî her kes wek hev nastirê.

Ya din, heger tu bikanibî herêm û heta gundê ku ev çîrok lê tê gotin û kesê gotiye bibêjî gelkî baş e.

Silav

Zinarê Xamo

 

XXX

2002-02-25

Wezîrê Karê Hundur yê Tirkiyê bi biryarekê îro her sê reyisên girtî ji wezîfê girtin. Bêyî wan, reyisê belediya Agriyê jî ji wezîfê girt.

Îro civîna Konseya Ewlekariya Millî hebû. Di civînê da rewşa awarte çar mehên din diriêj kirin.
Halbû berî van êrîşên dawî îhtîmal hebû ku bi kêmanî li çend bajaran rakin. Lê di nav vê mij û dûmanê da kes nikane bibêje we çima dirêj kir. Mêrikan sanaryoya xwe baş berê hazir kiribûn û nuha jî gav bi gav di xin jiyanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar