24 februari 2022

Bi dagirkirina Ûkraynayê Pûtîn dînîtiyeke mezin kir

Pûtîn bi dagirkirina Ûkraynayê şaşiyeke pir mezin kir, dibê Ûkrayna dagir nekira, dibê ev gava şaş navêta. Ewê poşman bibe. Ev êrîş li ser Rûsyayê ewê pir buha rûne.

Emerîkiyan ji destpêkê digotin nêta Pûtîn pir xerab e, Rûsya ewê Ûkraynayê dagir bike.

Bi rastî jî wek îstîxbarata Amerîkayê derkt. Dibê meriv Pentagonê teqdîr bike, îstîxbarata wan saxlem bûye, texmîna wan rast derket.

Min bawer nedikir ewê êrîşeke hewqasî mezin bibe ser Ûkraynayê, min digot Pûtîn blofê dike.

Tiştê xuya ye şer ewê mezin bibe, îhtîmala NATO jî tevê bibe hindik be jî heye. Heger NATO jî tevî şer bibe FELAKETEKE mezin e. Şerê nuha êdî ne şerê şûr û mertala ye, ne şerê tivin û tank topa ye jî. Heger NATO jî tevê şer bibe Ewrûpa ewê dîsa bişewite, dîsa wêran bibe, bi milyonan însan werin kuştin.

Hêvî dikim hinek rûsên baqil Pûtînê dîn rawestînin, fêm bikin domandina şer felakat e.

Tu milet ne şerxwze e, yê şer derdixin serokên şerxweaz in. Yên serê dinyayê û miletan dixin belayê, yên welatan wêran dikin, yên dibin sebebên kuştina bi milyonan însanan serokên dîn û şerxwaz in. Dibê meriv hukim nede destê dînên wek Pûtîn û Erdogan.

Serokên dîn, serokên şerxwaz di şer da namirin, yên dimrin xort in, xelkê siwîl e.

XXX

Pûtîn emrê dagirkirina Ukraynayê da, leşkerên rûs ji gelek aliyan ve dikevin nav axa Ukraynayê.

Şerê Rûsyayê û Ukraynayê êdî ne texmîneke, bû rastiyek.

Di dawiyê da texmîna serokê Amerîkayê Bîden rast derket, min bawer nedikir.

Pûtîn dîn derket. Şerê bi ukranîyan ra dînîtiye, çimkî ukranî û rûs yên hev in.

Ev şer ewê pir fire bigere û tesîreke mezin li aboriya dinyayê bike.

Şer ewê çi tesîrê li me, li kurdên rojava bike ez nizanim. Hêvî dikim têkiliyên Rûsyayê û Tirkiyê xera bike. Ew îhtîmal heye.

Li gorî medya Swêd nivîsîye ukraniyan balafireke rûs xistine û di şer da jî li dora 100 kuştî û birîndar hene.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE