20 februari 2022

Gudarîkirina li Necat Zivingî pir xweş bû



Îro li Kitêbxaneya Kurdî semînera nivîskar, şair û lêkolînerê hêja Necat Zivingî hebû.

Necat Zivingî bi wê kurmancîya xwe ya bêqusûr û şîrîn semînereke pir xweş, muhteşem pêşkêşî kurdên Stockholmê kir. Li ser modernîzma kurdî û pêşengên wê, li ser Evdirehîm Rehmîyê Hekkarî gelek agahiyên giranbiha da û hin tespîtên nuh û balkêş kirin.
Kurdên Stockholmê bi vê semînerê şair û lêkolînerekî zana, bi ruh û mejiyê xwe kurd û Kurdistanî û xwedî armanc û şiûrekî millî nas kirin.


Bi naskirina Necat Zivingî, ji bo ku edîb, lêkolîner û zanayekî wiha heye her kes kêfxweş bû. Hebûna lêkolînerên wiha, kurdên wiha meriv kêfxweş û dilşa dike. 



Piştî semînerê ez, ew û Nesrîn Rojkan xanimê em çûn aşxaneyeka kurdî û me bi hev ra pariyek nan xwar.

Min û Necat Zivingî bi riya medyaya sosyal hevdu nas dikir.
Lê ev cara pêşî bû me hevdu rû bi rû didît û bi hev ra sohbet dikir.

Bi naskirina vî kurdê hêja, bi gudarîkirin û sohbeta bi wî ra ez gelkî kêfxweş bûm.



Hebûna kurdên wiha zana hêviya meriv xurttir dike, ji ber ku ev xortê hêja bû mîvanê min, me çend saetan sohbet kir ez pir kêfxweş bûm.

Camêr ji min ra du kitêbên xwe(Stêrkên edebîyata kurdî, Evdirehîm Rehmî, Hekkarî) îmze kirin. Pir memnûn bûm, mala wî ava be.

Heger em problemek çênebe ezê sibe wî li Stockholmê hinekî bigerînim.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE