20 februari 2022

Giş jî li pey tunekirina me ne

Fetullah Gulen nîjadperestekî dîndar e, panturkîst e, hedefa wî li Kurdistanê helandina kurda ye. Dixwaze bi demagojiyên dînî di nava kurdan da xurt bibe, kurdan bike tirk.

Recep Tayyip Erdogan merivekî mîtoman e, dizekekî nîjadperest e, ji mal û milkê dinyayê pir hez dike, ji bo wê diziyê û derewan mubah dibîne. Lê hedefa wî jî li Kurdistanê helandina kurda ye.

Develet Bahçelî irqçiyekî har e, neyarê kurd û Kurdistanê ye, ew jî dixwaze kurdan zû bike tirk.

Ahmet Davutoglu panturkîstekî bi bin e, ya dilê xwe na der, hundurê wî genî ye, dixwaze bi dostî kurdan bihelîne, bike tirk.

Alî Babacan xwe demokrat nîşan dide lê vir e, heta do şûrkêşê Erdogan bû, dixwaze bi demagojiyê hin kurdan bixapêne. Ew jî tirkçî ye, hedefa wî jî bi demagojiyên demokrasiyê kurdan bike tirk.

Yanî di mesela kurd û Kurdistanê û di helandina kurdan da tu ferq di nabêna Erdogan, Gulen û yên din da tune ye, hedefa wan yek e. Hemû jî dixwazin kurdan hêdî hêdî bikin tirk, Kurdistan ji wan ra bimîne. Lê her yek bi hawakî, bi riyekê dixwaze viya bike.

Loma jî kurdên dibêjin Erdogan baştir e ya jî Gulen baştir e, ya jî Davutoglu baştir e kurdên bêxîret in, ji bo menfaet û kursiyên xwe dibêjin. Siyasetmedarên dewleta dagirker, berpirsiyarên Tirkiyê yek jî ji bona me ne baş e, dijminê baş tune ye, dagirkerê baş tune ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE