Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-20
Piştî kar minê Roja Nû bibira çapxanê. Min telefonî xwediyê çapxanê kir, got
heger hetanî saet 15.00a tu neyê, karê min heye, ezê herim. Wê demê dimîne
sibe.
Min got, here komelê, heger qediya be bibe, neqediya be emê sibe bînin.
Nikanîbû biçûya, me li ser sibe li hev kir.
Hin kovar ji Tirkiyê ji min ra şandine, min li naveroka wan nêrî, hin nivîs xwendin.
1987-08-20
*Min afîşê jinan bir da çapxanê. Çûm civîna Komela Stockholmê lê kes nehat, civîn çênebû.
*Êvarî bi Dr. Nacî Kutlay ra peyivîm. Em li ser kongreya Federasyonê peyivîn. Bi xurtî piştgiriya Hanefî Celeplî kir, got dibê hûn cardin jî piştgiriya Federasyonê bikin. Kêfa kekê Dr. Nacî ji Hanefî ra tê, lema dixwaze em jî piştgiriyê bidinê. Min ya dilê xwe giş jê ra negot, min nexwest minaqaşê dirêj bikim, lê min jê ra got "Federasyon ya me gişa ye, bêguman emê terkê nekin."
XXX
1996-02-20
*Piştî kar çûm mala Yilmaz(Selîm Bakac), min Cejna wan pîroz kir. Di telewîzyona MEDê da programeke muzîkê hebû, xweş bû. Min program girt kasêtê anî malê. Me li mal lê temaşe kir. Ev Cejn jî me bi vî hawî pîroz kir !
*Ez bi Elî Çîftçî ra peyivîm. Kitêbeke kurdekî Kurdistana başûr çap kiriye. Nizanim di çendê mehê da ewê nivîskarê wê were vir û kitêba xwe bide nasîn. Xwest ez jî herim wê civînê. Wexta min hebe ezê herim lê gudarî bikim. Kitêb bi soranî ye, li ser tevgera Simko Axayê Şikak e.
*Kovara Dugir îro jji min ra hat. Nivîsa min a li ser diziya
Suleyman Demir di vê jimarê da hatiye weşandin. Heyşt çewtiyên min du caran
rast kiribûn dîsa wek xwe derketine. De were dîn mebe ?
XXX
1997-02-20
Hin kurd fêrî xulamiya xelkê bûne. Îro li Stockholmê li herêma Hogtoregetê yekî xerîb qombereyek pera di destan da hat pêşiya, got ez ji zarokên îranî da alîkariyê top dikim. Albûmeke rismên zarokên birîndar di dest da bû, nîşanî min da.
Min jê ra got ne hewce ye tu risman nîşan min bidî û ji min ra qala Îranê bikî. Min got tu kurd î ya tu faris î?
Got diya min kurd e, bavê min faris e. Dest pê kir min ra bi kurdîyek mikemel peyivî.
Li ser vê, min jê ra got, wele ez bawer dikim tu kurd î, lê tu ji farisan ra dixebitî. Ma halê miletê te, halê zarokên kurd ji yê van zarokan çêtir e?
Tu çima ji bo zarokên kurdan naxebite, ji bo zarokên îranî dixebite?
Îtîraz nekir, got tu rast dibêjî. Min hinek pere xist tasika wî û got, ji bo miletê xwe bixebite, çimkî ew ji her kesî bêtir motajî alîkariyê ne.
XXX
1999-02 20
* Meşa ji bo A. Ocalan îro meşeke muhteşem bû, ez dibêjim
belkî heta nuha li Swêd kurdan tu carî meşeke wiha mezin çênekirine.
Medyaya swêd got li dora şeş hezar kesî di meşê da hebûne. Lê ez bawer
dikim zêdetir bû, li gor texmîna komîta meşê jimar li dora deh hezarî bû.
Ji her fikrê, ji her partiyê, ji her çar perçeyên Kurdistanê
însan hatibûn meşê, lê pirbûna kurdên Kurdstana Îranê bi taybetî bala meriv dikşand.
Û him jî ji dil û dilsoz bûn.
Ev dilsozî û ruhê kurdewarî li welêt jî nîşan dan, ji roja Abdulah Ocalan teslîmî
Tirkiyê kirine û vir da li Kurdistanê kurd li ser piyan e, reaksiyona wan gelkî
baş û netewî ye.
Ev şêla kurdên rojhilat(Îranê) ji bo gelek kurdî bû surprîz, kesî bawer nedikir
ewê kurdên başûr û Rojhilat reaksiyoneke wiha tund nîşan bidin. Ev ruh û şiûrê
kurdan yê netewî meriv gelkî kêfxweş û umîdwar dike.
Yanî Kurd sînorên di mejiyên xwe da hildiweşînin.
Heger kurd vê liberxwedana xwe bi vî hawî bidomînin û
Abdullah Ocalan jî teslîm nebe emê him bi ser kevin û him jî Abdullah Ocalan rizgar bikin. Yanî hesabê Tirkan yê mal
û bajêr dikane li hev dernekeve.
* Telewîzyona swêdî, kanala duduya (Raportê) xebera meşê
gelkî hindik da û xebera wan a li ser meş û bûyerê jî ne baş bû. Min telefonî
berpirsiyarê Raportê kir û rexne li kinî û terefgîriya xeberê girt. Lê bi bi
rexneya min tenê şêla xwe naguherin, dibê çend hezar kurdî telefon bikira û
qelsî û terefgiriya wan rexne bikira. Lê kurd tiştên wiha da ne şareza ne. Tirk
van îşan baş organîze dikin.
XXX
2017-02-20
Ji Berfîn Dîcle xanimê ra
Berfîn xanim te pîroz dikim, tu tiştên xwe dinivîsî. Di vê şiîra te da zamîra ”kê”
şaş e, dibê meriv bibêje: Kî zane belkî jî em berî newroza were Li ber awaza
nalînek ji dûr bigrin govendekê...
Kî zane û kê zanibû Kî dibêje û kê got ya jî kê gotibû. Yanî dema borî ”kê” û
dema nuh û pêş jî kî ye…
Li gel silavan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar