Me dilê xwe xweş kir, av bi ber dilê xwe reşand, me got zivistan qediya, bihar hat. Lê bihar bû derew, ji dêlî biharê berfa me poşman bû, bi paş da hat.
Xatûna zivistanê her der sipî boz kiriye. Lê dîsa jî me xwe lê qeliband, ez û xanim çûn meşa xwe ya rojane. Di vê berf û seqemê da em 93 deqîqeyan meşaiyan û hatin malika xwe.
Piştî westanê qahwe xweştir dibe, tahma wê lezîztir dibe. Em her roj dema ji gerrê tên mal qahwa xwe çêdikin û vedixun.Qahwa min a kizwana ji zû da ye qediya ye, em qahwa swêdî vedixun. Qahwa erebî jî li vir nayê dîtin, dibê herim centrûmeke hinekî dûrî mala me. Ya tirkan heye, wê jî naxwazim bikirim. Ji mecbûrî em bi qahwa swêdî îdare dikin.
Îro mîvaneka me heye, hevala lawikê me hatiye mîvaniya me. Bîstek din ez û xanimê têkevin mitbaxê, her yekê huner û marîfeteke xwe nanîşan bide.
Rojen got ew ji cacix û zeleteyên min pir hez dikin. Min got, zelete rehet e, bira daxwaza we tenê ew be…
Ezê ji wan ra zeltê helîse, û cacixê çêkim. Ev herdu zeletên min pir bi nav û deng in, Azadê me pir jê hez dike. Her cara tê, ez jê ra çê dikim, xwe pê dikuje.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar