19 februari 2022

Çend gotinên mehelî

Îro çend gotinên herêma me hatin bîra min. Min got ez wan binivîsînim, belkîdi ferhengan da tunebin. Hebin jî zirara belavkirinê tune ye.

Li ba me gotina ”pûncik” heye. Dema yek pir jar, zeîf bibûya digotin, ”pûncikek” maye.

Peyveke din jî ”intûşk” e. Serê zarokên biçûk bi makînê kurr dikirin, li ser eniyê hinek porr dihîştin. Ji wî porê ser eniyê ra digotin ”intûşk”.

”Tûncik" û "temerî” jî dihat gotin. Digotin filan keso temeriya xwe şe kiriye. Yanî porê ser eniya xwe(perçem, kakul) şe kiriye.

Lê ferqa temeriyê û tûncikê çi ye baş nayê bîra min. Tûncik belkî bi qasî temeriyê ne dirêj e, kin e. Ya jî ji bo ya keçikan "tûncik" tê gotin.

Bêyî van gotinan, peyva ”hewetinê” jî me bi kar dianî. Me di maneya li wir jî, li wê derê jî eynî tişt bû, bi kar dianî.

Mesela, li Mêrdînê, li Nisêbînê, li Qezê milet daket kolanan û zemên dewletê protesto kirin. Li Wêranşar û Serêkaniyê jî hewetinê.

Ji bo temerîyê digotin filan keso temeriya xwe şikandiye, temerîya xwe şe kiriye. Yanî porê dikeve ser eniya xwe şe kiriye. Jê ra "perçem û kakul" jî tê gotin, di şiîrên klasîk da tê bikaranîn.
Ji bo hin şiklê porê jinan, gulî, bisk, kezî tê gotin.

Fîkret Ertek: Tûncik ji bo keçikan tê gotin. Temerî an temelî ji bo kurikan tê gotin.
-Bûkê rabe xwe wiha ke. Biskê xwe şeh ke, tûncikê xwar ke”
-Xortekî xweş bû. Temeliya xwe di qeliband û digeriya li nav gund.
Entyûşk: enî-tûjik. Ew por li ser eniyê mîna tûjikekî dixuye.

Zinarê Xamo: Gelek sipas.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE