21 februari 2022

Dev ji gotinê berdin, bikin !

Bi minasebeta roja zimanê dayikê yê cîhanî gelek kesan qala muhîmiya kurdî kirine, gotine dibê meriv li zimanê xwe xwedî derkeve, nizanim ziman çiqasî muhîm e, filan bîvan.

Xwişk û birayên ezîz, bi gotinê, bi beyan û gaziyan zimanê kurdî ji mirinê xelas nabe. Emel, praktîk mûhîm e, gotin, beyan bêfêde ye. Kirinek ji hezar gotinê muhîmtir e.

Heger ne vir e, heger bi rastî hûn ji zimanê xwe hez dikin û dixwazin zimanê kurdî nemire, berî her tiştî dibê hûn bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, ev yek û karê herî muhîm e.

Ya din, dibê meriv bi havalên xwe yên kurd ra tu carî bi tirkî nepeyivin, şêwr û mişêwrên meriv, sohbetên meriv tim bi kurdî be. Bi kurdên bi kurdî zane ra tu carî bi tirkî nepeyive.

Di medya sosyal da bi kurdî binivîsine, ji nas û dostên xwe, ji hevalên xwe ra bibe numûne û emsal, bira hevalên meriv, nas û dostên meriv ji meriv cesaret û  îlhamê bigrin, ew jî dest bi nivîsîna kurdî bikin.

Kesên hetanî nuha li mala xwe, bi zarokên xwe ra bi tirkî peyivîne kanin hêdî hêdî dev ji tirkî berdin, bi wan ra êdî bi kurdî bipeyivin. Destpêkê ewê hinekî zor be, lê dema meriv israr bike zarok fêr dibin.

Gava dê û bav bi hev ra bi kurdî bipeyivin ev yek tesîrê li zarokan jî dike, ew jî pê ra fêr dibin.

Hevalekî di destpêka 1980î da ji Diyarbekrê hat Swêd bi zarokên xwe ra tirkî dipeyivin, hersê zarokan gotinek jî bi kurdî nizanîbûn. Dê û bavê biryar dan li malê bi tirkî nepeyivin, bi zarokanên xwe ra bi kurmancî bipeyin.

Zarokan destpêkê reaksiyo nîşan dan, lê dûra fêr bûn û nuha kurmanciya hersiyan jî baş e. Dê û bav jî êdî tu carî bi hev ra bi tirkî napeyivin, zimanê xwe kirin kurdî.

Yanî heger daxwaz û îrade hebe, meriv bi îstîkrar be, kane ji tirkî derbasî kurdî bibe. Yê bixwaze kane viya bike, meriv kane zimanekî fêr bibe.

Hin kesên mezin, hin keç û jinên malan dibêjin efendim em bi kurdî nizanin, lê hûn kanin fêr bibin. Di umrekî mezin da fêrbûna zimanekî ne tiştekî ne mimkûn e, însan bixwaze baş xerab fêr dibe.

Ez hin kesan nas dikim piştî 20-25 saliya xwe kurmancî fêr bûne û niha nivîskarên kurd in.

Abîd Gurses yek ji wan kesan e. Dema ji Kurdistana bakur derbasî binxetê bûye bi kurdî nizanîbûye, nikanîbûye bi kurmancî li edresa malekê bipirse.

Lê kurmanciya Abîd Gurses nuha mikemel e. Yên wek wî pir in. Yanî însan bixwaze dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE