21 februari 2022

Bi mîvanekî pir ezîz ra

 

Me do li Stocholmê, li Kitêbxaneya Kurdî li nivîskar, şair û lêkolînerekî zana û pir hêja, li Necat Zivingî gudarî kir.

Zivingî, di axaftina xwe da projeksîyonek li ser beşekî tarîxa me ya kêm tê zanîn, "mordernîzma kurdî" gerand, gelek tespîtên hêja kirin, hin fikir û tiştên nuh gotin.

Min û Necat Zivingî ji dûr va hev nas dikir, lê me tu carî rû bi hevdu nedîtibû.

Bi minasebeta vê konferansê do me hevdu nas kir û piştî konferansê jî min û wî û Nesrîn xanimê bi hev ra loqek nan xwar û bîstekê jî sohbet kir. Sohbetek pir xweş bû.

Naskirin û gudarîkirina li zanayekî wek Necat Zivingî ez pir kêfxweş kirim, hebûna kurdên wiha meriv serbilind û dilşa dike.

Necatê hêja, di parvekirina xwe da camêrî kiriye, gelkî pesnê min daye. Gelek sipas ji bo wan gotinên wî yên qedirzan û dostane. Rê ji dila diçe dila...


Ez jî bi naskirin, bi gudarîkirin û bi sohbeta bi Necat Zivingiyê hêja ra pir kêfxweş bûm.

Lêkolîner û nivîskarê hêja Necat Zivingî, di semînera xwe da li ser pêşengên klasîzma kurdî, li ser Evdirehîm Rehmîyê Hekkarî bi zimanekî şîrîn gelek agahiyên hêja û giranba da guhdaran. Li ser modernîzma kurdî û pêşengên wê hin tepîtên nuh û balkêş kirin.
Hêvî dikim kesên wek Necat Zivingî di nav me da zêde bibin. Civata me, tarîxa me, edebîyata me hewcedarî bi zana û lêkolînerên wek Necat Zivingî heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE