13 mars 2019

Îro li Stockholmê berfeke şilope dibare



Îro li Stockholmê hewa qet ne xweş e. Li derve berfeke şilope dibare û du derece di ser sifirê ra germ e. 

Yanî ner oja ger û seyranê ye. Lê hêvî dikim piştî nîvro berf veke û em derkevin gera xwe ya rojane.


Min bi rûtîna xwe ya her sibe dest pê kir. Min berê qahwa xwe da ser û bi hêkek kelandî, hinek penêrê Swêd û Fransa, du sê çênî firingî, çîçik îsota sor, çar zeytûn û pariyek nan xurîniya xwe kir. 

Û dû ra jî dîlok û pêkenîna xwe nivîsî.

Li messenger û e-maîlên xwe nêrî û bi lez bala xwe da feys û twîtta xwe.

Di twîtterê da tiştekî xweş biber çavê min ket. Weşanxana Avestayê teza Ahmet Seyarî li ser Kurdên Merwanî çap kiriye. 

Kêfa min jê ra hat, min Evdila Keskîn ji bo weşandina berhemên wiha pîroz kir.

Di serî da Awesta û Nûbihar, weşanxaneyên kurd van salên dawî gelek berhemên pir baş diweşînin.

Di vê nabênê da min bala xwe da çend tiştên din jî. Çend kesan dîsa hin vîdeoyên Îsmet Ozel  parve kirine û wî rexne dikin.

Dînê beradayî eşkere dibêje gerek kurd werin tunekirin, heger kurd neyên tunekirin û elewî jî nebin sunî Tirkiye ewê nemîne.

Dînekî ji Bahçelî û Perînçek xerabtir e, kîn û nefreta xwe vekirî dide der. Piraniya tirkan wiha difikirin, lê wek wî fikrên xwe nadin der.

Bi van xwendin û karan ra ez difikirm ezê îro çi binivîsim, qala çi bikim?

Min hîn biryara xwe nedaye. Lê va ye ev jî bû nivîsek û qediya. 

Carnan wiha dibe, ji tuneyê nivîseke çê dibe.

Carnan rojek berê di serê min da mijarek çê dibe, ez dibêjim ezê sibe, ya jî gava wexta min çê bû li ser vê meselê binivîsim.

Lê carnan jî di dema xwendinê da, gava di medyaya sosyal da hin tiştan dixwînim di serê min da bûyer, mijar şikil digre û dest bi nivîsê dikim. 

Hela ez binêrim îro heta dawiya şevê Xwedê ewê çi bike nesîbê min û kompîtora min. 

Berê qelem bû, meriv bi qelemê dinivîsî, lê nuha qelem nemaye, êdî kes qelemê nagire destê xwe, telefon û kompîtor ketine dewsa qelemê.

Xanim hîn di xew da ye, nîvsaeteke din ewê rabe û çaya xwe bide ser û îcar ezê pê ra çayê vexwim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE