18 mars 2019

Tecrûbe



Gelekê caran em dibêjin gelek felaket û bobelatên mezin hatine serê miletê me, lê belê em ji wan serboriyên xwe ders û tecrûbeyê nagirin. 

Em nagirin, nikanin bigirin çimkî tecrûbe, ne tiştên tên serê meriv, tiştê meriv ji wan serpêhatiyan fêr dibe ye.


Rast e, di tarîxê da me pir êş û azar dîtiye, gelek felaketên mezin hatine serê me, lê ji ber tarîxa nivîskî, adeta nivîsandinê û arşîvkirinê li ba me tuneye, ya jî bpir kêm e, lema jî piştî demekê em her tiştî ji bir dikin û nabin xwedî tecrûbe.

Em rindikî nizanin di kîjan serîhildanê da kê serîhilda ye û kî li dij rabûye. Tiştê em zanin bi piranî çîrokên devkî û yên stranan in.

Tu devê kîjan cuhûyî vekî pir hindik tarîxa xwe zane. 

Lê li ba me kurdan zanîna tarîxê pir kêm e. 

Çimkî dijminên me nehîştine em bibin xwedî şiûr û hafizeyeke netewî û mişterek, bi perwerdeya xwe hafiza me ya netewî tim paqij kirine, nehîştine di ”hard diska” serê me da serpêhatiyên me bimînin û ji me ra bibin tecrûbe.

Rêber, mezin û siyasetmedarên berî me jî giranî nedane fêrbûna ziman û tarîxa xwe.

Me jî kêm zêde da ser şopa wan û hema hema eynî korfahmî û nezanî kir. Ji dêlî tarîxa xwe, em tarîxa xelkê fêr bûn.
Ji dêlî em pêşiyên xwe nas bikin û serpêhatiyên wan derz û tecrûbeyekê bigrin, me wexta xwe da naskirina pêşiyên xelkê û tarîxa wanê.

Çep û komunîstan em fêrî tarîxa Marx, Engels, Lenîn, Mao, Stalîn, Hoşimîn, Qastro, Enwer Xoce kirin û yên dîndar jî em fêrî tarîxa ereban û derewên wan yên bi biçok kirin.

Û di netîceyê da em miletekî bi piranî xwe nas nake, ji tarîxa xwe bêhay e û şiûra netewî pê ra tuneye. Ev jî dibe sebebê bi milyonan kurd hîn jî kanin bibin zilam û xulamên neyarên xwe û rayên xwe bidin partiyên dagirkeran, bibin amîgoyên kesên navê welatê wan jî qebûl nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE