Hin kesan heta du sê sal berê jî pir pesnê Erdogan didan û
jê hêviyeke mezin dikirin. Li gorî bawriya wan Erdogan ne kemalst û ne neyarê
kurdan bû û ewê hêdî hêdî mafê kurdan bida.
Lema jî di piştgiriya AKPê û Erdogan da tu şaşî nedidîtin û bi kêfxweşî pesnê kirin û ”şoreşa” Erdogan didan.
Lema jî di piştgiriya AKPê û Erdogan da tu şaşî nedidîtin û bi kêfxweşî pesnê kirin û ”şoreşa” Erdogan didan.
Hin kes di pesindanê Erdogan da pir pêş da çûn, bûn wek borezanên Erdogan, lê ne hewceye ez li vir navê wan bidim, bûyer hîn murûrûzeman nebûye, gel zane kê çi kiriye.
Nuha ez bala xwe didimê ji wan qet deng dernakeve, bûne wek
pisika şîr rijandibe.
Gelo nuha di heqê Erdogan da çi difikirin? Gelo ji bo wan pesn û medhên xwe yên çend sal berê ji bo Erdogan didan çi dibêjin?
Heger poşman in dibê bibêjin û şaşiyên xwe qebûl bikin, bibêjin em xapiyan, me bi baweriya xwe ya bi Erdogan, bi wan hêviyên mej i wî dikir me şaşiyek mezin kir.
Lê nabêjin û naxwazin kes qala wî dîroka wan bike, dixwaze ew defter were girtin û rûpeleke nuh vebe…
Dawiya bawerî û hevaltiya bi dijmin ra tim husran û poşmanî ye. Tarîxa me şahidê vê yekê ye.
Ji roja Tirkiye ava bûye tirkan bi hin bertîlên siyasî û aborî gelek kurd ji ser rêda xistin û dema îşê xwe pê qedandin ji ber deriyê xwe qewitandin.
Lê em ji tarîxa xwe dersê nagrin. Çend kes hîn li ber deriyê AKPê mane, sibe gava karê xwe qedandin bêguman ewê wan jî biqewitînin. Lema jî ya baş ew e meriv xwe pîs neke, heger nikane, newêre tiştekî bike dibê li mala xwe rûne û nebe lîstoka destê dijmin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar