06 mars 2019

Deyn


Xoce Nesredîn li bazarê zeytûn difrot. Jinika cîrana wî çû balê û jê ra got:
-Xoce, ma zeytûnên te baş in?
Xoce got:
-Kerem bike tahm bike.
Jinikê got:


-Ez bi rocî me, nikanim tahm bikim.
Xoce got:
-Madem tu bi rocî ye, zeytûnan bibe, pereyê wan tu yê dû ra bidî.
Lê dû ra ji nişka ve hat bîrê ne meha remezanê ye. Ji jinikê ra got:
-Ne meha Remezanê ye, ma ev rociya çi ye tu digrî?
Jinikê got:
-Deynê min ê sê sal berê heye, ez wan rojan digrim, qeza dikim.
Li ser vê bersîva jinikê, Xoce zeytûn neda. Jinikê got:
-Bîstek berê te got bibe pera tu yê dû ra bidî, çima nuha tu poşman bûyî?
Xoce got:
-Tu deynê Xwedê di sê salan da didî, kî zane tu yê deynê min di çend salan da bidî…

Çare tuneye

Lawê Satilmişê tirk di sinifê da mabû. Ji bo ku lawê xwe ji sinifê derbas bike çû ba mamosteyê wî û bi lava jê ra got:
-Mamoste, gelo tu çare tuneye lawê min di sinifê da nemîne?
Mamoste got:
-Na weleh tu çare tuneye Satilmiş beg. Bi tiştên lawê te nizane sê xwendevanên din jî kanin di sinifê da bimînin !

Qapax

Mamoste ji xwendevanê xwe pirsî:
-Di ser santîlîtrê ra çi heye?
Xwendevan got:
-Desîlître.
Mamoste dom kir:
-Baş e, di ser desîlîtrê ra çi heye?
Xwendevan got:
-Lître...
Mamoste dom kir:
-Di ser wê ra çi heye?
Xwendevan got:
-Ma ewê çi hebe, di ser wê ra jî qapaxa şûşê heye...

Saz

Rojekê ji Xoce Nesredîn/Melê Meşûr pirsîn, gotin:
-Mele ma saz çawa lêdikve?
Mele got:
-Meriv destê xwe dike gewriya wê, gewriya wê digvêşe û zikê wê dixrîne. Bi vî hawî tingering jê tê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE