Dema hilbijartinên mehelî nêz dibe. Siyasetmedar û namzedên partiyan di nava
milet da digerin û propagandayê dikin, ji gel rayan dixwazin.
Lê belê gelekên wan propaganda xwe ne bi kurdî, bi tirkî dikin. Li Cizîrê, li Şernexê, li Nisêbînê, li Diyarbekrê û li gelek bajarên din bi tirkî xîtabî gel dikin.
Ev şermeke pir mezin e !
Dibê meriv li siyasetmedarê bi tirkî peyivî guhdarî neke !
Yê bi kurdî nizane bira nebe siyasetmedarê kurdan. Bira nebe parlamenter, serokê belediyê û heta nebe muxtar jî.
Dibê meriv rayên xwe nede kesên kurdînezan û ji daxwaza axaftina kurdî ji siyasetmedar û namzedan bike.
Miletê zimanê wî jê were stendin kultura wî, folklora wî, edebiyata wî, muzîka
wî, bi kurtî her tiştê wî jê tê stendin; şiûra xwe, nasnama xwe ya netewî wenda
dike û dibe tiştekî din.
Kurdan bi wendakirina zimanê xwe ra şiûra xwe ya netewî jî wenda kirine,
Rewşa kurdên bakur îspata vê trajedîya me ye, bi milyonan kurd hîn jî ji xulamtiya celadên qewmê xwe ne aciz in, bi hevaltiya partiyên tirk û serokên tirk kêfxweş in, bi kêfxweşî ala tirk li ba dikin û dixwazin bibin tirk.
Sebebê vê zelûliya kurdan zimanê xwe wenda kirine û bi wê re aqil û şiûrê netewî jî...
Gelek kurd êdî bi çavê miletekî li xwe nanêrin, bi piranî êdî wek tirkan difikirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar