Dibêjin rojekê Îblîs lêxist çû ba Hz. Mûsa û jê ra got:
-Ya Mûsa, Xwedê teala tu wek Pêxemberê xwe hilbijartiye û bi te ra peyivîye. Qedrê te li ba Wî heye. Tu bi rewşa min zanî. Ez jî mexlûqekî Xwedê me. Min gunehkariyek kir û nuha jî dixwazim tobe bikim. Ez dixwazim li huzûra Xwedê tu ji min ra bibî alîkar ji bo ku Xwedê teala tobeya min efû û qebûl bike.
Mûsa pir kêfxweş bû û got baş e. Rabû tavilê destmêj girt û
heta ku Xwedê teala xwest nimêj kir, dua kir û got:
-Ya Rebî, Îblîs jî mexlûqekî ji mexlûqên te ye. Û ji kirinên xwe jî poşman bûye û dixwaze tobe bike. Tobeya wî qebûl bike.
Li ser vê, Xwedê ji Mûsa ra wiha wehî kir:
-Jê ra bibêje bira here secdeyî gora Adem bike ezê wî efû bikim
Piştî demekê Hz. Mûsa gazî li Îblîs kir û jê ra got:
-Xwedê ewê te efû bike. Lê belê ji bo toba te were qebûlkirin şertek heye, dibê tu herî ser gorra Hz. Adem û jê ra secde bibî.
Li ser van gotinên Hz. Mûsa, Îblîs xwe qeherand û bi hêrs got:
-Ya Mûsa, ez di saxiya Adem da jê ra secde nebûm, ma piştî mirîye ezê jê ra secde bibim? Ez tu carî tiştekî wiha nakim…
Bîjiyên Qafqasan û Balqanan bi girtin û kuştinê, bi zulm û zora li gelê me dikin, wer bawer dikin emê bibêjin û tobe û teslîm bibin!
Dixwazin bi zulma xwe me teslîm bigrin, me ji ser riya me ya azadî û serxwebûnê vegerînin…
Lê hesabekî şaş dikin, me ji sultan û padîşahên wan ra, me ji Ataturkê wan ra, me ji Şah û Xumeynî ra, me ji Seddam Husên ra, me ji Daîşê û Dewleta Îslamî ra serî netewand, ma emê ji bîjiyên Qafqas û Balqanan ra serî bitewînin !
Ew çi zalimîyê û hovîtiyê bikin jî aqûbeta wan jî ewê wek ya Seddam û El Bexdadî be, dawiya dawî zafer ewê ya gelê me.
Zû dereng rojek ewê were ew û çeteyên wan yên nuha li Efrînê û li derên din zulmê li kurdan dikin jî wek çete û celadên Daîşê li ber gelê kurd bikin nûzenûz û kûzekûz…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar