04 mars 2019

Em nebin yek emê careke din herin yek bi yek


Li rojava û li başûrê Kurdistanê ji bo kurd bigihîjin azadî û serxwebûna xwe tarîxê fersendek mezin da wan. Lê belê partiyên kurd heta nuha ji vê fersenda tarîxî baş sûd negirtin, lema jî li zirarê derketin û ev zirar kane hîn jî mezintir bibe.

Li başûr partiyên siyasî ji ber ku yekîtiya xwe çênekirin û berjewendiyên partîtîyê, şexsî û malbatî di ser yên netewî ra girtin, ji ber ku bi hev ketin, Kerkûk jî di nav da, nîvê Kurdistanê ji destê  xwe derxistin û nuha jî li gorî 3-4 sal berê di rewşeke pir xerab da ne.
Sebebê vê rewşê partiyên kurd bi xwe ne. Heger di nabêna wan da şerê kursiyê û petrolê tunebûya, ne du serî bûna û hekûmeteke netewî hebûya ne îxaneta 16ê oktobrê çê dibû û ne jî Îraqê kanîbû Kurdistanê dagir bike.

Lê herî bêtir jî PDK, YNK û Goran e. Çimkî hêzên herî xurt û mezin ew bûn û şer û teşxeleyên nabêna wan bû sebebê dijmin kanibe Kerkûkê û nîvî Kurdistanê ji nuh ve dagir bike.
Di vir da sûcê PKKê jî ne kêm e, wê jî ji dêlî bibe alîkar, ava bike, xera kir, şerê PDKê kir. 

Li rojava jî ji ber siyaseta ez û eziyê û bêtifaqiyê hinek çûn ketin himêza Tirkiyê û di pêşerojê da jî ewê çi bibe baş ne diyar e. Di vir da jî bi qasî ENKSê, sûcê PYDê û PKkê jî heye, wan jî siyaseteke netewî nemeşand. 

Gava dibe mesela kurd û Kurdistan, Îran, Tirkiye, Îraq, Sûriyê hemû gelşên nabêna xwe didin alieyekî û li hemberî me dibin yek. Ji bo ku kurd li tu beşî azad nebin, tu mafî bi dest nexin dijminên me bi hev ra hereket dikin.

Lê belê em nakin. Em ne tenê alîkariya hev nakin, di ser da dijminatî û şerê hev jî dikin. Sebebê malwêraniya me ya esasî ev e, ne xurtiya dijminên me ye.

Ji dêlî ku partiyên herçar perçên Kurdistanê li hemberî dijminên xwe yê mişterek alîkariya hev bikin û bi hev ra tevbigerin, şerê hev dikin, gorrên hev dikolin, 24 saetan qala nebaşî û xerabiyên hev dikin. 

Ev siyaseteke malwêranîye. Bêtifaqiyê li başûr mala kurdan şewitand û nîvê Kurdistanê ji destê xwe derxist û serxwebûn jî ma buhareke din.

Heger tifaqeke netewî çê nebe û hemû partiyên kurd xwe nedin ser hev û bi hev ra nebin xwedî daxwazeke netewî, li rojava jî trajediya başûr kane dubare bibe. Çimkî dubendî û bêtifaqiyê him kurd li rojava zeîf kiriye û him jî qulpên mezin daye destê Tirkiyê.

Dibê hêz û partiyên herçar perçên Kurdistanê jî piştgiriyê bidin kurdên rojava, bi wan ra bibin alîkar.
Çawa ku ji bo dijminên me kurdên kîjan beşî dibe bira bibe ferq nake, ji bo me jî dibê ferq neke, dibê em jî tim wek miletekî hereket bikin û alîkariya hev bikin.

Heger li rojava kurd vê fersenda tarîxî ji dest bidin, sebebê vê ji dijmin bêtir partiyên kurd in, PYD, YPG, YPJ, PKK, KCK, PDK, YNK, Goran û hizbên îslamî ne. di vir da kêmasî û sûcê partiyekê kane kêm û yê yekê jî zêde be, lê ferq nake, ya muhîm netîce ye. 

Heger van partiyan neyartiya hev nekirana û li hemberî dijminên xwe wek tevgereke netewî hereket kiribûna îro rewşa kurdan li herdu beşên Kurdistanê jî gelkî baştir bû.

XXX
Hin kes ji kurdên elewî gazinan dikin, dibêjin kemalîst in. Weleh kurdên sunî jî, êzdî û şafî jî, kurmanc jî, zaza jî, soran jî welhasil kes ne tam paqij e, yek kêm, yek zêde binê hemûyan jî şil e, ji hemûyan xayin û hevalên neyar hene. Heger ne wisa bûya nuha em ne bindest bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE