23 mars 2019

Li Baxozê kurdan bizmarê dawî li tabûta Daîşê xistin !


HSDê, yanî kurdan, yanî YPGê û YPJê li Baxozê bizmarê dawî li tabûta Daîşê xist.

Ez wan keç û xortên kurd yên zora van hov û tebayên nedîtî birin û bi hezaran teslîm girtin pîroz dikim !

Bi hêviya serketinên hîn mezintir!


Kurd egîdên bêhempa ne, zora artêşeke dinyayê ya herî hov û wahşên herî dirinde birin.

HSDê bi vê zafera xwe dinya ji bela û musîbeteke mezin, ji artêşeke celad û hovên îslamî xelas kir.

Lê li Baxozê bizmarê dawî li tabûta celad û wahşên Daîşî û li artêşa îslamî ketibe jî, ev hov hîn neqediyane, li Sûriyê, li Îraqê, li Tirkiyê, li Kurdistanê, li Ewrûpayê û li gelek welatên din hîn bi milyonan hene.

Hêz û dewletên li pişt Daîşê û van hovan hîn eşkere nebûne û nehatine cezakirin.

Îdolojiya Daîş derxist meydanê û hewqas hovîtiyên nedîtî pê da kirihn di musilmanan da hîn xurt û zindî ye.

Lema jî li Baxozê, li Îraqê û li Sûriyê pişt li Daîşê şikiya be jî, lê belê neqediya ye, hîn hene û heta musilman xwe neguherin, heta îslamîyetê reform nekin, ev Daîş biqede jî ewê Daîşeke din derkeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE