12 mars 2019

Tiştê li Cezaîrê bû çima li Tirkiyê nabe?

Abdulezîz Bouteflîka


Dawiya dawî protestoyên cezaîrîyan netîce da û serokkomarê Cezaîrê Abduleziz Bouteflika teslîm bû, namzediya xwe ya serokkomariyê paş da girt. 

Abduleziz Bouteflika, ev çar car in dibe serokkomarê Cezaîrê, dixwest cara ppêncan jî bibe, lê gel serî hilda û piştî protestoyên bi rojan, Bouteflika teslîmî îradeya gel bû û namzediya xwe paş girt.
Li Tirkiye tiştekî wiha ne mimkûn e. 


Ti tarîxa tirkan da serîhildana li hemberî dewletê û desthilatdaran tuneye. Tirk li hemberî dewleta xwe, li hemberî dîktatoran, desthilatdaran tu carî serî hilnadin.

Tiştekî wiha xerîbê kultura wan e, ji bo tirkan li jor Xwedê ye û li jêr jî dewlet heye. Û ew jî qûl û koleyên jê Jor û yê jêr in.

Dewlet, hukûmet çi zulmê li tirkan bike jî dengê xwe dernaxin. 

Tirk tu carî dewleta xwe, hukûmetên xwe protesto nakin, îtîat dikin. Îtîata ji dewletê ra qerekterekî tirkan yê netewî ye.

Bi milyonan tirk ji Erdogan û îktîdara AKPê ne razî ne, lê kes protesto nake. 

Çimkî dibêjin serîhildan, protesto ewê feydeyê bigihîne kurdan. Kurd ewê ji protesyona sûdê bigrin. 

Lema jî naxwazin dewleta xwe, hukûmeta AKPê û Erdogan protesto bikin.

Ji Erdogan û AKPê ne razî ne, lê belê ji bo ku baş zulmê li kurdan dike rayê didinê. Dibêjin weleh em ji vê îktîdarê ne memnûn in lê ji bo ku dijî terorîsta ye em piştgiriya wî dikin.

Ji bo wê jî Erdogan û hukûmeta wî çi bîne serê wan jî ewê daqultînin û wek gelê Cezaîrê protesto nekin.

Ji bo tirkan û hemû partiyên wan ya muhîm zulma li ser kurdan kêm nebe, kurd nikanibin bîna xwe bigrin. Bi vê ra serî bigihîje wan jî, ew jî hinekî bipelçiqin tişt nabe, ew bi wê razî ne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE