Umur(temen, jiyan)wek rêwîtiyekê ye, destpêkê meriv dibêje
belkî rê pir dirêj e, ewê qet neqede.
Lê meriv hew dibîne tew nêzî dawiya rê jî bûye.
Meriv matmayî dimîne, dibêje hela hela, ev rê çiqasî kin bû, lê min feqîrî destpêkê qet nizanîbû.
Meriv dixwaze bi paş da vegere, dîsa here serê rê, ji nuh ve dest bi meşê bike, lê meriv nikane vegere.
Riya meriv daye ser, riyeke bêveger e.
Meriv dixwaze rê hinekî din jî dirêj be.
Meriv hinekî din bimeşe.
Hinekî din jî bibîne.
Û hin karên nîvçemayî biqedîne.
Tiştekî xerîb e, ne di serê rê, di dawiya rê da meriv bi gelek karên dibê meriv bikira dihese, lema jî dixwaze ji nuh ve dest bi rêwîtiya xwe bike.
Lema jî dixwaze rê hinekî din dirêj bibe.
Lê rê dirêj nabe, kintir û kintir dibe û di dawiya rê da meriv di cahleke kûr wer dibe…
Dibêjin jiyan wek gulekê ye, erê wek gulê naçilmise, lê belê rojê pelek jê diweşe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar