Carnan meriv ji hinekan hêvîyên pir mezin dike, li bende
tiştên mezin û mikemel e.
Lê gava meriv netîceyê û berhemê dibîne, meriv xeyalşikestî dibe...
Meriv ne kane bibêje ”baş” e û ne jî bibêje ”xerab” e. Tu tû kî jor simêl e, tu tû kî jêr rî(rih) ye.
Yanî meriv dimîne di nabêna xelîl û celîl da.
Pêşiyên me gotine min li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî.
Lê dîsa meriv naxwaze vê xeyalşikestina xwe bide der.
Çimkî ji feydeyê bêtir ewê zirara wê hebe.
Tu ya dilê xwe bibêjî him bêfeyde ye, ji ber ku carê hasil çûye mûsil û him jî ewê dilê hevalê te ji te bimîne û netîceyeke ne baş bi xwe ra bîne.
Di rewşên wiha da ya baştir meriv dengê xwe neke.
Ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe yên salan tiştekî baş û bi feyde fêr bûme, carnan bêdengmayin riya herî rast û kara herî mezin e.
Meriv ne mecbûr e û ne rast e jî, her tim çi difikire bibêje.
Hertişt hertim nayê gotin.
Kevirê havînê bavêje binê kulînê.
Yanî dibê meriv carnan jî devê xwe bigre û kanibe bi zimanê xwe.
Zimano leqleq, serîyo teqûreq.
Baştir e meriv hin fikran ji we ra bihêle, heta rojekê wezna wê tê...
Heta ji min tê li viya miqate me, yanî mijarê, bûyerê dirêj nakim, kin dibrim
Çimkî îro roj di medyaya sosyal da tiştê meriv bixwînin pir in, meriv pê ra nagihîne nnivîsên dirêj bixwîne. Yanî xwendevan jî bi heq in, dibê meriv li gorî şertan hereket bike..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar