Ev 4-5 sal in pezkûvîyeke ya jî du hebin tahmijîne lale û kulîkên hewşa me. Zaliman nahêlin em du sê rojan bibînin.
Dizên me yên her sal do bi şev dîsa daketin neqeba me û hemû kulîlkên bexçe yên serên xwe ji bin axê derxistine xwarine û çûne.
Em kurd bêşans in, ji heftê û heft miletan cîranên min hene, di nava gişan da tên gulîlkên min dixwin...
Her sal di van rojan da wexta lale û kulîlk piçekî serên xwe ji bin erdê derdixin, ewê şevekê werin hemûyan bixwin û herin.
Tu dibêjî belkî di rojina
xwe ra dinêrin, dibînin zîl da ne.
Nahêlin em çend rojan lê temaşe bikin û pê şa bibin.
Ev 4-5 sal in her eynî tiştî dikin.
Ez dibêjim her eynî diz û çete ne, eynî pezkûvî(xezal)ne, her sal tam di wexta xwe da tên.
Şevê çûnî dîsa eynî tişt kirin, ji me ra kulîlkek jî saxlem nehîştin. Îsal tew pîvaz jî ji kok da rakirine.
Di nava hewqas mal da xwe dane bende hewşa me, zanin kulîlk kînga ewê derkevin.
Edresa malê jî qet bîr nakin. Tu dibêjî belkî GPSê bi kar tînin, salekê jî rê şaş nakin.
Ev bêxwedî ne dimre, ne jî belayek tê serî…
Heger miribe jî edresa mala me daye zarokên xwe gotiye, îcar ew tên.
Piştî nîvro ez û xanim bi axa û of û bi dilekî şikestî derketin ger û meşa xwe ya rojane.
Em ji ber daristana nêzî mala me derbas dibûn, me herdu dizên xwe li wir dîtin. Çer çav li me ketin ji şerma dan çindikan û di nava daristanê da wenda bûn. Zanîbûn çi jahr belav kirine.
Min tiliya xwe ji wan ra li ba kir, lê ne xema wan bû, çend caran fitilîn li me nêrîn û dû ra di nava daristanê da wenda bûn.
Xanimê got dermanek heye, meriv bi kulîlkan direşîne tahma wan ya jî bîna wan ne xweş dike û naxwin.
Ji mecbûrî ezê herim bikirim. Ya na ewê careke din jî werin û yên mayî jî ewê paqij bikin.
Ez baş zanim bela xwe ji me venakin, ew jî li serê min bûne tirk, xwe dane bende hewşa me.
Par jî eynî titşt kirin û heger ez ne şaş bim du sê caran hatin hemû kulîkên me xwrin.
Dibê ez tedbîra xwe bigrim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar