Piştî nivîsa min ya do(Diyar e ji min ra dike li hev were)xêrxwazekî min bêyî ku navê xwe bibêje, gotiye ez hêvî dikim ”Xwedê ji te ra her tim weha li hev bîne.”
Ez matmayî mam, çawa kurdekî di xwe ra dîtiye û ev herdu rêz nivîsî ye?
Ji ber ku çi kin, çi jî dirêj, nivîsandin ne adeta me kurda ye. Em kurd heyranê axaftinê ne. Li ba me çîrok jî, dîrok jî her tişt devkî ye. Ya meriv telefonî hev dike, ya jî dema di şîn û şahiyekê da bêhemdî rastî hev bê jê ra dibêje, ”wele filan nivîsa te baş bû” û bi vî hawî wezîfa xwe tîne cî.
Carê ji ber ku vî xêrxwazê min ev adeta bav û kalan xera kiriye ji bo min tiştekî pir girîng e. Û ya din jî di ser da xêra min xwestiye. Ev jî hêjayî teqdîrê ye. Ji ber ku di nava siyasetmedar, edîb û nivîskarên kurd da ev jî pir ne normal e.
Min di dilê xwe da got, birayê delal, înşeelah dua te, dua Xocê Xizir be û tavilê were qebûlkirin.
Esas heta nuha tu carî kabê min mîr nehatiye. Ez hêvî dikim ku di dawiya jiyana min da siûda min jî wek ya hinekan serî hilde.
Lê ez jê pir ne bawer im.
Dostekî min yê dêrîkî heye, Xwedê îşê wî rast bîne û yeka wî bike hezar, ew jî wek min tim xwe bê şans his dike. Çaxa îşê wî baş nemeşiya û keçikên swêdî “rica” wî qebûl nekirana bi qehr digot:
-Ji asîmanan qu… jî bibare kîr tê li serê min dikeve kuro!
Her çiqas ez wek vî dostê xwe yê dêrikî ne reşbîn im jî lê ez dizanim ku bi dua meriv nagihîje tu miradan.
Ez we xwendevanan nizanim(bêguman ku xwendevan hebin?)lê kêfa min gelkî ji malpera min ra tê.
Dibêjin jijo pepkê xwe di pişta çêlika xwe daye û bi evîndariya dayikî gotiye:
-Wey ez bi qurban bû mê, çi pûrtek nermik, wek pembo!
Ez jî wek dayika jijo, ev du roj in li malpera xwe dinêrim û dibêjim:
-Çi xweşik e !
Rojek zêde
Dibêjin ji yekî ne sofî pirsîn, gotin:
-Te çend rojan rocî girt?
Mêrik yekî mizawir bû, got:
-Ji ber nexweşiyê, min tenê rojekê kanîbû bigirta.
Pîrekî elewî jî li wir bû. Dema eynî pirs ji wî jî hat kirin, pîr qet xwe netertiland û got:
-Wele vî hevalî rojek ji min zêdetir girtiye!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar