15 oktober 2007

Rî dibe bihost dijmin nabe dost

Di nivîsa xwe ya 10-ê mehê da min gotibû ku ”tirk ji emerîkiyan ra dibêjin, heger hûn biryra qetlîama êrmeniyan bigrin û ji Yekîtiya Ewrûpa ra jî dibêjin, heger hûn me rexne bikin û endametiya me dereng bixînin, emê êrîşê bibin ser kurdan û Kurdistana Federe îşxal bikin.

Û bi rastî mêrikan blof nekirine, çimkî dest bi merhela pêşî ya îşxalê kirine.

Wek tê zanîn Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê biryara derbarê qetlîama êrmeniyan da qebûl kir. Yanî bi vî hawî, şertê tirkan yê îşxalnekirina Kurdistanê bicîh neanîn.
Li hember vê, tirkan jî bi van êrîşên xwe yên du rojên dawî, nîşan dan ku ew henekan nakin. Di tehdîdên xwe da ew gelkî ciddî ne.

Ev du roj in ku Artêşa Tirk gundên devera Zaxo, Dihok û Amedîyê, heta bi 30 km. Axa Kurdistana Azad bombebaran dikin. Li gor xeberên telewîzyona Zagrosê ji ber van êrîşên tirkan şewatek mezin bi daristanên herêmê ketiye û bi sedan gundî jî ji ber hewla canên xwe gundên xwe terikandine.

Tirk bi vê êrîşê jî nayên serî, ji bo îşxaleke hîn berfirehtir Serokkomar Abdullah Gul, îro ji nişka ve Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad vexwend Tirkiyê. Esad sibe diçe Anqerê û ew heta roja pêncşemê mîvanê tirkan be.

Dîsa li gor xebera Pûkmedîa, Cîgirê Serokomarê Îraqê Tariq Haşimî jî ji bo hin hevdîtinan sibe bi lez diçe Tirkiyê.
Li vir tiştê balkêş bêguman şêla Emerîka ye.
Erê Emerîka him bi riya berdevkê Bush Edilman û him jî bi riya Wezîra Derva Condoleezza Rice, bala Tirkiyê kişand, xwest tirkan aş bike. Lê ne zêde.

Diyar e riyên dîplomasîyê, heyran û qurban tesîrê li tirkan nake.

Ji bo ku tirk dev ji xeyala îşxalkirina Kurdistana Federe û hilweşandina Hukûmeta Kurd berdin ji “zixtên dîplomatîk” bêtir, divê bivikê yanî ço bibînin.

Heger Emerîka di demeke pir kin da, bi rengekî pir cidî dîsa çewêl(çewal/telîs)rê tirkan nede, tirkê xwe li têlê biqelibînin. Û piştî ku têkevin Kurdistanê jî derxistina wan li gor îro ewê gelkî zahmettir bibe.

Qibris li ber çava ye. Mêrika bi tena serê xwe berberiyê bi cîhanê ra dikin. Neteweyên Yekbûyî li dijî wan e, li cîhanê yek dewlet jî îşxala wan nas nake, lê dîsa jî ne xema wan e.

Yê me wek girêkiyan cîhan û Neteweyên Yekbûyî jî ne li pişt me ye. Loma, ji bo Emerîka jî û ji bo me Kurdan jî ya herî baş ew e ku nehêlin tirk têkevin Kurdistana Başûr. Dema têkevinê emê hev û du gelkî biêşînin.

Tirkiyê îro “karta, sebeba PKK-ê û terorê” bi dest xistiye, ji bo hilweşandina Kurdistana Federe naxwaze vî şansê xwe wenda bike. Çimkî sibe dikane sebebekî wiha "giräng" nebîne. Loma jî dixwaze ne sibe, lê îro êrîşî kurdan bike.

Kurd çi dikin divê bikin, lê nehêlin tirk sînorên Kurdistana Federe derbas bikin. Ev yek ji bo me hemû kurdan meseleya man û nemanê ye.

Ji ber ku îro têkçûna Kurdistana Federe mirina kurdên bakur e.

AKP-ê li hember kurdên xwe jî dest bi herbê kirye.

Du roj berê ez bi birayê xwe yê li Mêrsînê ra peyivîm. Min li halê wan pirsî. Got, keko qet qal neke, rewş nuha ji dema 12-ê Îlonê jî xerabtir e. Kurd di bin teroreke pir mezin da ne.

Di hilbijartinên giştî da gelek kurdî ji bo ku li Tirkiyê demokrasî bi cî bibe, ji bo ku kurd bigihîjin hin mafên xwe yên netewî û demokratîk, ji bo ku Kurdistana Federe xwedêgiravî hinekî reht bike û helbet divê ez ji bîr nekim, ya herî girîng jî ji bo ku ”pozê general û kemalîstan were firikandin” hêviyên pir mezin ji AKP-ê dikirin. Loma jî ji kêmaqilî ji van zalim û Xwedênensan ra xebitîn û di nava kurdan da bûn berdevkên wan.

Lê netîce li ortê ye.

Kurdan gotiye:

Rî(rih)dibe bihost dijmin nabe dost.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE